Şervanên HRE’yê li dijî koma çete ya Cebhet El Şamiye yên li Ezazê çalakî pêk anî. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin û 2 çete jî birîndar bûn
Çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li dijî hêzên dagirker ên li Ezaz, Efrîn û herêmên din berdewam in. Di vê çarçoveyê de şervanên HRE’yê li dijî hêzên dagirker ên li Ezazê çalakiyekî bi bandor pêk anî û çeteyek hate kuştin.
Navenda ragihandinê ya HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundê Kefer Xaşir ê Ezazê li dijî artêşa tirk û çeteyên wê çalakiya sabotajê pêk anîne. HRE’yê destnîşan kir ku di encama çalakiya hêzên wan de çeteyek hatiye kuştin û 2 çete jî birîndar bûne.
HRE’yê daxuyand ku hêzên wan çalakî di 1’ê nîsanê de li dijî koma çete ya bi navê Cebhet El Şamiyeyê pêk aniye. EZAZ