PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Pazar - 24 Kasım 2024

31 reşnivîsên din ên Cegerxwîn hene!

Keça helbestvanê kurd yê navdar Cegerxwîn, Suad Cegerxwîn got, hîna 31 reşnivîsên bavê wê hene ku nehatine weşandin

Li gorî nûçeya Kurdistan 24´ê, Suad Cegerxwîn bi navê xwe yê din Bonya Cegerxwîn çûye serdana Rojava û gora bavê xwe. Suad a ku weke bavê xwe şair, gotiye, bêtirî 30 reşnivîsên “Seyda” hene û wê di demeke ne dûr de bêne çapkirin.

Suad Cegerxwîn a li Swêdê dijî, tevî hevserê xwe çûye serdana rojavayê Kurdistanê. Di dema serdana gora bavê wê de, hin nivîskar, rewşenbîr û hezkiriyên Cegerxwîn jî refaqetî wê kirin. Di nava wan de şêwekarekî wêneyekî “Seyda” jî li gorî nûçeyê daye keça Cegerxwînî, Suadê. Suad Cegerxwîn hêvîdar e ku di paşerojê de komeleyeke taybet bi navê Cegerxwîn bête damezirandin.

Di dawiya nûçeyê de ev agahî tên dayîn: “Keça Cegerxwîn ku wê jî rêça bavê xwe girtiye û ta niha du berhemên wê yên çapkirî hene û sê berhemên din jî di bin capê de ne, mizgîniyê dide gelê kurd ku nêzî 31 berhemên Seyda yên ne çapkirî hene û di nêzîktirîn dem de wê ronahiyê bibînin û bêne çapkirin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar