Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Ocalan: Divê 4’ê nîsanê veguhere roja berxwedanê

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan da zanîn ku bi Ocalan re gelê kurd jinûve xwe afirand. Ocalan diyar kir ku divê bi çavê nûner û rêberekî li Ocalan bê nihêrîn û wiha got: “Ocalan tenê li Amarayê ji dayik nebûye. Li her devereka vê axê divê 4’ê nîsan bê pîrozkirin û veguhere rojeka berxwedanê.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4’ê nîsana sala 1949’an de li gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê ji dayik bû. Bi boneya 70’emîn rojbûna Ocalan, birayê wî Mehmet Ocalan ji MA’yê bi Erdogan Alayumat re axivî û da zanîn ku divê li her bihosteka axa Kurdistanê rojbûna Ocalan bê pîrozkirin.

Mehmet Ocalan da zanîn ku tecrîda li ser Ocalan ev 20 sal in didome û ev tişt destnîşan kir: “Di salên dawî de jî ev tecrîd li her devereka welat belav bû. Gelên Tirkiyeyê di serî de divê tecrîda li ser xwe bişikînin. Divê 4’ê nîsanê tenê weke rojbûna Ocalan neyê dîtin. Ji ber ku em nikarin li Ocalan tenê weke şexsekî binihêrin. Divê weke jinûvezindîbûna gelekî bê dîtin. Ocalan, ger gotin di cih de be gelek jinûve afirand. Divê bi çavê nûner û rêberekî li Ocalan bê nihêrtin û 4’ê nîsanê wisa pîroz bikin.”

‘Divê yên derve berpirsyariya xwe nedin ser milên girtiyan’

Ocalan piştre jî bal kişand ser greva birçîbûnê û ev nirxandin kir: “Çalakiyên li dijî tecrîdê pir mezinin. Lê xwedîderketina li van çalakiyan pir qels e. Pergalê ne tenê civak, hemû zihîn jî tecrîd kirine. Ev tecrîd tenê bi mezinkirina berxwedanê dikare bê şikandin. Di sala 2012’an de jî greva birçîbûnê hat lidarxistin. Wê demê jî birêz Ocalan bi gotina ‘bila yên derve berpirsyariya xwe pêk bînin’, grevên birçîbûnê rexne dikir. Heman rexne îro jî derbasdar e. Yên li derve hemû berpirsyariya xwe dixin ser milên girtiyan. Ev helwestekî talûke ye. Divê her kes ji vê xewê şiyar bibe û erka xwe pêk bîne. Ger li derve têkoşîn neyê mezinkirin, dê li girtîgehan pêşiya agahiya mirinan neyê girtin.”

‘Her bihostekî vê axê bûye warê Ocalan’

Têkildarî bêdengiya saziyên navdewletî jî Ocalan bi lêv kir ku Tirkiye û Ewropa li gorî rêzik û qanûnan tevnagerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Li holê sûcek heye û di serî de Tirkiye, hemû cîhan şirîkê vî sûcî ye. Divê kurd li her devera cîhanê rojbûna Ocalan pîroz bike. Divê ev roj veguhere roja berxwedanê. Dewlet nahêle ku gel bê Amarayê. Rêbertî tenê li vî gundî ji dayik nebûye. Her bihosteka vê axê bûye warê wî. Ji ber vê yekê divê kurd li her deverekê vê rojê pîroz bike. Divê îro derseke mezin li dijî vê zîhniyeta qedexeker û qirker bê dayîn. Bi vê wesîleyê ez 4’ê nîsanê li hemû gelê kurd pîroz dikim.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar