Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

9 sal in kiryarên cinayeta Alataş nehatine dîtin!

9 sal in kiryarên xebatkarê Azadiya Welat Metîn alataş (34) nehatine dîtin. Parêzerê malbata Alataş Şîar Rîşvanoglû diyar kir ku lêpirsîneke çalak nehatiye kirin û cinayet daxilî nav cinayetên “kiryar nediyar” hatiye kirin. Dayik Hatûn Alataş jî diyar kir ku kujerên kurê wê polîs û dewlet in

Di ser kuştina xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hat girtin Metîn Alataş (34) re 9 sal derbas bûn. Alataş di 3’yê Nîsana 2010’an de wexta li taxa ku rojname belav dikir, careke din agahî jê nehatin girtin. Dotira rojê li Taxa Hadirli ya navçeya Seyhanê bi dareke porteqalan ve daliqandî hat dîtin.

Beriya Alataş bê kuştin bi sê mehan, wesayîtek rêya wî birîbû û kesên ji wesayîtê daketibûn êrîşî wî kiribûn. Parêzerê malbatê Şîar Rîşvanoglû diyar kir ku dosyeya cinayeta Alataş daxilî nav dosyeyên “kiryar nediyar” hatiye kirin.

Gilî kir û hat kuştin

Rîşvanoglû got: “Alataş li baxçeyekî porteqaln bi darekê ve hatibû daliqandin. Hîn jî pirsên me yên der barê vê cinayetê de nehatine bersivandin. Beriya bê qetilkirin tim kesên nasnameya wan nediyar gef lê dixwarin. Ji vana yek jê jî di 22’yê kanûna 2009’an de pêk hat. Wexta Alataş rojnameyan belav dike Toroseke spî ya plaqeya wê 01 SD 443 rêya wî dibire û kesên ji wesayîtê daketin, dixwazin bi zorê wî li wesayîtê siwar bikin. Wî li wesayîtê siwar dikin, gefan lê dixwin û wî derb dikin. Li ser vê Alataş li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê gilî dike. Lê belê piştî giliyê bi sê mehan, tê qetilkirin.”

Lêpirsîneke çalak nehat kirin

Parêzer Rîşvanoglû anî ziman ku der barê wesayîta Alataş bi zorê lê hat siwarkirin jî tu lêkolîn nehatine kirin û got: “Beriya bûyerê bi du rojan pisqilêta wî hatibû dizîn û di rojên dawî de ji hevalên xwe re digot ‘min dişopînin, gefan li min dixwin, dibe ji nişka ve tiştek bê serê min.’ Wexta hat kuştin, dozger pêşî ne li malbatê, li matbaaya rojnameya ya li Edeneyê digere. Nasnameya wî tim pê re bû, lê belê wexta hat kuştin li ser cenazeyê wî nasnameya wî tune bû. Meqamên fermî bi israr digotin ‘întihar kiriye.’ Lê belê tu delîlên ji bo vê tune ne. Li gorî malbat û nas û dostên wî, tim kêfxweş bûye û ji jiyanê hez dikir. Lê belê lêprisîna der barê kuştina wî de bi awayekî çalak nehat birêvebirin. Daxilî nav dosyeyên kiryar nediyar hat kirin.”

Dayik Hatûn Alataş jî diyar kir ku kiryarên kurê wê polîs û dewlet in. Dayik Alataş anî ziman ku tim gef li kurê wê dihatin xwarin û beriya bê kuştin hatiye îşkencekirin. Alataş bi lêv kir ku ji ber van pêkanînan wê xwestiye kurê wê dev ji karê xwe berde, lê belê kurê wê gotiye: “Tu dibêjî çi. Ez ê dev ji kar bernedim. Ne ji mirinê ne jî ji girtinê ditirsim. Ez ê bixebitim.”

‘Kujerê kurê min polis û dewlet in’

Dayik Alataş diyar kir ku piştî kuştina kurê wê dozger gazî wê kiriye û jê re gotiye “dijminê we hene?” û got: “9 sal in kiryarê wî nehatine dîtin. Dijminên me tune ne. Ên kurê min şehîd xistin diyar in. Kujerên kurê min polîs û dewlet in.”

Dayik Alataş bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê jî û xwest demildest tecrîd bi dawî bibe. Alataş got: “Divê her kes guh bide dengê wijdanê xwe. Mirovên di greva birçîbûnê de dawî li jiyana xwe tînin. Rabin ser piya. Divê her kes rabe ser piya. Destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Bila ev zilm bi dawî bibe. Heta em hebin em ê şopdarê doza xwe bin.”

Wê Alataş di 5’ê nîsanê de li Goristana Kuçukobayê li ser gora xwe bê bibîranîn.

Hamdullah Kesen / MA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar