Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

Rojbûna Ocalan li navçeyên Şirnexê hate pîrozkirin

Bi boneya 4’ê nîsanê roja ji dayik bûna Ocalan, li navçeyên Cizîr, Hezex û Silopiyayê pîrozbahî hatin lidarxistin. Di pîrozbahiyan de hat gotin ku Ocalan tecrîda li ser Ocalan pêşeroja gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn tarî dike û hat xwestin ku tecrîd b dawî bibe

Li navçeyên Cizîr, Hezex û Silopiya yên Şirnexê bi boneya 4’ê nîsanê roja ji dayikbûna 70’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pîrozbahî hatin lidarxistin. Li Cizîrê, roja ji dayikbûna Ocalan li baxçeyê avahiya HDP’ê ya navçeyê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de, pasteya ku nivîsa ‘Rojbûna te pîroz be’ li ser hebû hat birîn. Di pîrozbahiyê de parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û Dayikên Aştiyê paste birîn.

Di pîrozbahiyê de parlamenter Îmîr diyar kir ku birêz Ocalan 70 saliya xwe tije kir û 20 salin li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Îmîr daxuyand ku Ocalan ji bo azadiya gelan tim têkoşiyaye û wiha domand: “Tecrîda li ser birêz Ocalan pêşeroja gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn tarî dike. Ramanên Ocalan ji bo gelan ronahiye. Em vê rojê, berî her tiştî diyarî hevalên xwe yên li dijî zilmê û tarîtiyê li ber xwe didin, dikin. Tu bi xêr hatî birêz Ocalan. Rojbûna te pîroz be.”

SILOPIYA

Bi heman boneyê li HDP’a Silopiyayê jî li avahiya partiyê rojbûna Ocalan pîroz kir. Dayikên Aştiyê yên pasteya rojbûna  Ocalan birîn, bal kişandin ser rewşa girtiyên di grevên birçîbûnê de û xwestin ku tecrîd bê rakirin. Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên ‘Rojbûna te pîroz be ey Serok’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.

HEZEX

Li Hezexê jî HDP’ê li avahiya partiyê rojbûna Ocalan pîroz kir. Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de hat xwestin ku 4’ê nîsan bibe wesîleya aştiyê û dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ hat berzkirin. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar