Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Aloziya di navbera DYA-Tirkiyeyê de mezin dibe

Alîkarê Serokê DYA’yê Mike Pence di mijara S-400’î de hişyarî da Tirkiyeyê û ji Tirkiyeyê xwest ku tercîhekê bike

Alîkarê Serokê DYA’yê Mike Pence roja çarşemê di civîneke NATO’yê de bang li Tirkiyeyê kir ku di mijara sîstema parastina hewayî de paşve gavê biavêje.

Li ser vê yekê, Wezîrê Karên Derve yê tirk Mevlut Çavûşoglû jî di civîneke din de ya li Washingtonê li ser kirîna S-400’î ji Rûsyayê got ku ‘kar qediya, em ê paşve gav neavêjin.’

Mike Pence piştî demeke kurt li ser Twitterê daxuyaniyeke tund da wiha got: “Tirkiye neçar e tercîhekê bike. Dixwaze di nava tifaqa leşkerî ya herî serketî de weke hevparekî krîtîk bimîne, ya jî dixwaze bi biryarên bêperwa zerarê bide tifaqa me û ewlekariya vê hevgirtinê bixe nava rîskê?”

Alîkarê Serokkomarê tirk Fûat Oktay roja pêncşemê daxuyaniyeke nû da û daxuyaniya DYA’yê bi rengekî berevajî ji bo xwe dubare kir: “Divê DYA êdî biryarekê bide. Dixwaze weke mutefîkê Tirkiyeyê bimîne, ya jî dixwaze bi terorîstên ku dixwazin derbê li parastina mutefîkê NATO’yê bixe hevkariyê bike û dostaniya me bixe nava rîskê?”

Rayedarên DYA’yî: rêyeke navberê nîne

Di vê navberê de li gorî radyoya Dengê Amerîka, Çavûşoglû di dema hevdîtinên xwe de yên li Washingtonê bi Serokê Komîsyona karên Derve ya meclisa Nûneran a DYA’yê Eliot Engel ê ji partiya Demokratan û endamê payebilind ê komîsyonê Michael McCaul ê Komarger re rûnişt. Engel û McCaul piştî hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kirin ku li dijî plana Tirkiyeyê ya ji bo kirîna sîstema fuze ya S-400 a Rûsyayê ku li ser NATO’yê metirsî ye, wan mûxalefeta xwe nîşan dane.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li şûna S-400’î DYA’yê ji bo kirîna fuzeyên Patriot DYA’yê pêşniyareke gungav dane Tirkiyeyê û hat destnîşankirin ku di mijara ‘hevkariya parastinê ya bi hem Rûsya, hem DYA’yê’ de rêyeke navberê nîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku divê hikumeta tirk nîşan bide ku ew bi tifaqa NATO’yê re girêdayî ye û hat gotin ku xurtkirina têkiliyên bi Moskowayê re di mijara pêkanînan û bernameya F-35 de Tirkiye xistiye nava rîskê. WASHÎNGTON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar