Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo Rojhilat banga girîng

Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo piştgiya welatiyên di karesata li rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi bandor bûn, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de banga alîkariyê li gelê kurd hat kirin û hesabên alîkariyê hatin parvekirin

Civaka Îslamî ya Kurdistanê der barê karesata ji ber lehiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê qewimî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Civaka Îslamî ya Kurdistanê da zanîn ku pêdiviya gelê Kurdistanê bi alîkariyê heye û banga alîkariyê li raya giştî ya kurd kir.

Di serî de Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji kesên di karesatê de jiyana xwe ji dest dane rehmet, ji malbatên wan sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwest. Civaka Îslamî ya Kurdistanê daxuyanî wiha domand: “Weke hûn jî pê agahdar û li ser çapemeniyê dişopînin, li rojhilatê Kurdistanê û Îranê karesatek çêbû. Karesateke pir bi êş û bi bandor e. Bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan û ziyanekê mezin ê madî pêk hat.”

‘Gelê Rojhilat mihtacê alîkariyê ye’

Civaka Îslamî ya Kurdistanê daxuyand ku di karesatê de xaniyên welatiyan rûxiyane, rê xirab bûne, pirsgirekên xwarin û vexwarinê rû dane û kesên bi karesatê re rû bi rû man di rewşeke zehmet de ne. Daxuyanî wiha dom kir: “Em dibêjin ku werin û em destê van mirovên rewşa wan nebaş û mihtacî alîkariyê ne, bigirin. Xwedê weha ferman dike: ‘Bawermend ew kesin ku li ser başî û rindiyê hevkariya hevdu dikin.’ Bawermendên hêja; alîkariya van mirovên mihtac, fermana xwedê û pexemberê me ye. Werin em alîkariya felaketzedeyên rojhilatê Kurdistanê û mirovên mihtac bikin.”

Ji bo kesên ku dixwazin alîkariyê bidin jî Civaka Îslamî ya Kurdistanê kampanya da destpêkirin. Li gorî daxuyaniyê hejmarên telefon û hesabên banqeyan wiha ne:

Têkiliyên telefonê: 00491638445873

Têkiliyîn hesaba banqeyê: Sparkasse Dortmund DE 85440501990131023383

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar