Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Rojhilat û Îranê herî kêm 200 kes mirin

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber barana zêde hema hema li hemû bajar û gundan lehî rabûn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê, di encama karesatê de heta niha herî kêm 200 welatiyan jiyana xwe ji dest daye

Ji 21’ê adarê heta niha li rojhilatê Kurdistanê û Îranê baraneka zêde dibare. Ji ber barana zêde li gelemperiya bajaran lehî rabûn û rê li ber karesateke mezin vekir. Di encama lehiyê de ziyanên mezin ên canî û madî çêbûn. Tevî ku ev 17 rojin karesateke mezin heye, rejîma Îranê hewl dide karesatê binûxûmîne. Ji ber ku alîkarî nayê dayîn, welatî bi hêrs in.

Li gelemperiya Rojhilat û Îranê gund û bajar di bin avê de man. Gelek avahî di bin avê de man û gelek jî hilweşiyan. Li gorî daneyên çapemeniyê ya fermî, herî kêm 44 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Lê çavkaniyên herêmî û hêzên muxalîf dibêjin ku hejmara mirî û birîndaran ji ya hatiye ragihandin pir zêdetir e. Çavkanî dibêjin ku heta niha herî kêm 200 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Di heman demê de li herêma Loristan a rojhilatê Kurdistanê jî lehî rabûn û rê li ber ziyanên mezin vekir.

Li Loristanê bîlanço giran dibe

Der barê mijarê de Saziya Tiba Edlî ya Loristanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wan 14 cenaze ji bin avê derxistine. Di heman demê de miriyên li herêma Pol Doxtarayê li ser vê hejmarê nehatiye zêdekirin. Rejîma Îranê ji bo pêşîlêgirtina bertekên gel, hewl dide ku  hejmara mirî û birîndaran kêm bide.

Kazemî: Alîkariya lezgîn pêwîst e

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Pol Doxtara  û Maamûlan a girêdayî Îlamê Hamîd Reza Kazemî da zanîn ku nîviya bajarên Pol Doxtar û Maamûlanê û 20 gund di bin avê de mane. Kazemî di berdewamê de jî wiha got: “Tenê bi helîkopteran dikare alîkarî bê dayîn. Rewşa gelek xerab e. Bi 100 gundan re têkilî qut bûye. Şêniyan xwe gihandiye aliyên bilind ên çiyayan. Lê tu derfetên wan nînin. Divê bi awayekî lezgîn ji wan re alîkarî bê dayîn.”

Muhafizên rejîmê êrîşî mexdûrên karesatê kir

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku li gundên Cakîzî û Sorgûr ku dikevin başûrê rojavayê eyaleta Kuzistanê, muhafizên şoreşê êrîşî mexdûrên karesatê kiriye û di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûne. Hat ragihandin ku muhafizên şoreşê ji gundiyan xwestiye ku bendên ku gundiyan ji bo parastina xwe avakirine, hilweşînin. Ji ber vê yekê jî şer derketiye. Tê gotin ku ger şênî van bendan rakin, dê malên wan di bin avê de bimînin û ziyaneke mezin li deverên çandiniyê bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar