Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Ji serkeftinê heya xiyanetê: Serhildana Koçgirî – 3 –

Împeratoriya Osmanî ji 1299’an heya 1922 biqasî 623 sal di rûberekî berfireh yê Rojhiata Navîn xwedî desthilatdarî bû. Êdî di şerê cihanî yê yekem de têk çûbû û li jêr nîrê dagîrkeriya dewletên: İngîlistan, Fransa, İtaliya û Yûnanê de bû.

Heya hingî Biqasî 30 netew û kêmnetewên etnîkî di bin desthilatiya wê împeratoyê de bûn. Piştî hatina rewşa nû wan jî dixwestin bibin xwedî welatekî serbixwe û paşeroja xwe bixwe diyar bikin. Gelên bindest yên nava sinorên împeratoriyê yek bi yek azadiya xwe bidest dixistin û sultanên Osmanî jî êdî tenê di xema xelasiya xwe de bûn.

Di pêvajoya têkçûna Osmaniyan de kurdan jî dixwestin paşeroja xwe a siyasî diyar bikin. Derfeteke girîng li ber wan bû û şertên siyasî jî rê didin, lê haya kurdan ji hev tunebû. Malmezin û giregirên kurdan hînî çanda karê bihevre nebûn. Bêtir ji wê hindê ku fikrekê ji paşeroja neteweya xwe re bikin, li dijî hev bûn. Ev kultura kirêt a siyasî sedan sal bû ku bi raportên li dijî hev di dema seltenata sultanên Osmanî jî dabîn diyarkirin. Name û raportên wiha tije arşîva Osmaniyan a Stenbolê ne. Hinek zana û rewşenbîrên hêja di nava kurdan de hebûn ku baş bi bihayê wan derfetan hesiyabûn, lê berevajî serok eşîretan hêzekber bi banga wan ve nedihat.

Di rewşeke wiha de peymana Sevr(1) jî ku li sala 1920’an hatibûn çêkirin, rê li ber kurdan vedikir ku di demeke diyarkirî de ji xwe re dewleteke serbixwe ava bikin, lê hevnegirtina kurdan bû sedem ku neteweperestên tirk ji bo armancên domdirêj hinek ji wana bikar bînin.

Tevgera Jon Tirkan jî dixwest ji xirabe û şûnwarêrn Împeratoriya Osmanî dewletekî neteweyî bi navê Turkiye Cumhuriyetî ava bike. Ji ber vê yekê ew li dijî bendên wê derdiketin. Mustafa Kemal ku ji endamên rêxistina Îtîhat û Terakî bû, ji aliyê Siltanê Osmanî ve hatibû wezîfedarkirin ku here herêmê û weke mufetiş artêşa Anadolê teftîş bike û kar-kiryarên çeteyên tirk û Laz bişopîne.

Piştî ku ew gihîşt Anatolyayê tevî hevalên xwe “Tevgera Kuwayî Millîye” damezirand. Armanca wan damezrandina dewleteke nû bû, lê çawa dikarîn bi hebûna hêzên biyanî ji ava wê gola şêlo masiyan bigirin, ew çûne nava kurdan li bakurê Kurdistanê.

Împeratoriya mezin a Osmanî êdî dest û piyên xwe li hemû axa ereban, Balkan û derên din kom kiribûn û di Anatolya û Kurdistanê de hatibû hepiskirin. Êdî sinorên wê axa bê ser û bin nemabûn. Li ser xerîta cihanê wenda û heliyabû. Gelên bindest yên nava sînorên împeratoriyê di serî de ereb û balkanî ji zilma Osmaniyan rizgar bibûn. Lê zêdetirî nîva şêniya ermenan hatibûn qelandin ku di nava wan kurdên êzidî û elewî hebûn.

Di nav axa împeratoriyê de wek girseya mezin tenê kurd mabûn ku ew jî qedera xwe bidin xûyanîkirin. Başûrê Kurdistanê ji aliyê îngîlîzan ve, Rojava jî ji aliyê frensiyan ve hatibû dagirkirin. Rojhilatê Kurdistanê jî di nav Osmanî, Rûsya û Îranê de perçe bibû.

Heta dawiya şerê cîhanî yê yekê jî kurd bi giştî ji ber girêdana wan bi ola Îslamê re bi xelîfê Îslamê ve girêdayîbûn û di nav kurdan de behsa damezirandina dewleteke neteweyî an jî veqetîna ji Imperatoriyê tenê di nava komên biçûk ên rewşenbîr û malmezinên neteweperwer de dihahate nîqaşkirin. Yanî li gor derfetên ku hatibûn pêş çînên civaka Kurdistanê hê jî di xewa bêdengiyê de bûn. Hestên netewî bêhêz û çavê xelkê li gotina şêx û axayên kurd bû.

Rewşenbîr û malmezinên kurd ên weke Bedirxanî, Şemzînî, Cemîlpaşayî wê demê li Stenbolê kom bûbûn. Ew malbat û serekên kurdan ên ku di demên kevn de li Botan, Amed û Colemêrgê li dijî desthilata Osmanî serhildan çêkiribûn, piştre jî hatibûn sirgûna Stenbolê. Di nav van malbatan de endamên Bedirxanî, Cemîlpaşazade, Nehrî, Babanî, serok eşîret û rewşenbîrên wek: Kemal Feyzî, Seîdê Kurdî, Hemzeyê Muksî, Ebdula Cewdet, Îşak Sukûtî, Pîremêrd û çendîn kesên din jî hebûn. Stenbol bi vê taybetiya xwe re bibû navenda rewşenbîrî, xebatên siyasî, hilanîna pêngavên nû û welatparêziya kurdên ji Kurdistanê dûrketî.

Piştî bidawîbûna yekemîn şerê cîhanî rewşenbîr û serekên kurd, li Stenbolê di 17’ê kanûna 1918’an de “Komeleya Tealî û Tereqî a Kurdistanê” ango Kurdistan Tealî ve Terakkî Cemiyetî damezirandin. Tealî peyveke erebî bi wateya pêşxistinê bû. Armanca wan a sereke jî ev mijar bû ku di jiyana siyasî, çandî û civakî a kurdên Kurdistanê de gûherandin û pêşkeftinên serdemî pêk bînin.

Tevgera Tealî û Tereqî a Kurdistanê û serhildana Koçgirî

Wan salan hema zû yekemîn şaxê Kurdistan Tealî ve Tarakkî Cemiyetî li Kofçgirî hatibû vekirin. Serekên serhildana Koçgirî Elîşêr, Heyder û Nûrî Dêrsimî endamên rêxistina nû ne ku her sê jî di nava xelkê kesayetiyên hezkirî û cihê baweriya çînên civakê ne.

Heyder Beg serokê komelê yê şaxa Koçgîrî ye. Elîşêr katibê karên nivîsandinê yê rêxistinê ye. Têkiliya Elîşêr bi awayekî rêkûpêk bi serokê Kurdistan Tealî Cemiyetî Seyîd Ebdulqadir Nehrî (1851-1925) re heye. Dan û standina wan bi rêya qasidên cihê baweriyê germ û hema bêje bêrawestan heye. Carna kesên din jî ji bo cî bicîkirina erkên xwe yên nû di navbera Koçgirî û Stenbolê de di halê hatin û çûnê de ne.

Kêmasiya rêxistinê a hingî ew bû ku ji hêla derve û zêdetir jî nava Kurdistanê hê biqasî ku pêwîst be piştgiriya rêxistinê ji bo serhildanê li Koçgirî çênebibû. Dewletê tayîna Dr. Nûrî Dersimî ji bo herêmê derxistibûn. Her wiha hinek sîleh gihandibûn karkerên kurd. Yanî di esasê xwe Koçgirî di nav xwe de û bi hêza xwe amadekariyên ji serhildaneke mezin pêk anîbûn.

Tiştek bi navê xwebirêvebirin an jî hikûmeteke demkurt a kurdan yekemîn car li Yellîce ku bi Qangalê ve girêdayî bû li Ocaxa Husên Evdal kombû. Di civînê de Elîşan Beg, Nûrî Dêrsimî, Heyder Beg û serok eşîrên wek Dirêjan, Canbegan, Kurmeşan û hin serekeşîrên din jî amade bibûn. Êdî ew kes tev xwedî insyatîf bûn û dikarîbûn tevlîhev hemû karekî baş ji bo doza Kurdistanê bikin.

Di wê civînê de saetên dirêj gengeşe û nîqaşên girîng û berfireh tên kirin û biryarên dîrokî tên standin. Dr. Nûrî Dêrsimî di bîrananînên xwe de dibêje ku di civînê de:” Rêxistina Netewî ya Kurdistanê tê damezrandin. Di encama civînê de serhildana Koçgîrî bi awayekî aşkera agirê kîna xwe bi ser tirkên dagirker de berdide. Çalakiyên çekdarî dest pê dikin. Herêm bi giştî dikeve destê hêzên kurd. Rojava û bakûrê Sêwasê hemû di bin desthilata kurdan de ye…”

Serhildêrana li Koçgirî û Dêrsimê doza rêvebiriya kurdan li hemû Kurdistanê dikir. Xwedî plan û projeyên paşerojeke tije ronahî ji gelê kurd re bû.

Li gor ku Dr. Nûrî dibêje: Elîşêr ku hingî nû ji Dêrsimê vegeriya bû di civîna Husên Evdal de digot: “Eşîrên Dêrsimê sozdane ku wê tevî 45 hezar şervanên xwe piştgiriya serhildanê bikin û mezinên kurd jî di şertên herî dijwar de yê me bi tena serê xwe nehêlin…” (2)

Di wê civîna dîrokî de axaftina Elîşêr bi sebreke tijî hêvî tê guhdarkirin û dawiyê jî ji hêla kesên amadebûyî ve sonda têkoşînê tê xwarin.

Elişêr Efendî ku di navbera Dêrsim û Koçgîriyê de diçû û dihat di nava tevgera nû de bibû serokekî diyar û hezkirî. Yanî êdî ji ber kar û xebatên wî ên ji dil û fîdakarane baweriya hemû eşîrên Dêrsim û Koçgiriyê pê dihat. Serokeşîran bi wê baweriyê kaxezên spî li ber datanîn û wiha digotin:” Eşîr û şervanên me di bin fermana te de ne. Em ê heya nefesa dawiyê di bin emirê we de bin. Tu li ser navê me çi dinivîsînî hema niha binivîse em mohra xwe li bînî didin…”

 

Êdî ji vê baştir nedibû dema ku baweriyeke mezin û bêdawî di navbera gel û rêberên herêmî de çêbibû. Ev şansekî mezin bû ku serokên pişt re di serhildanên din ên Kurdistanê de jê re bêpar mabûn.

Di para din û dawiya vê nivîsê de stratejiya serhildanêm xiyanet û cinayetên Jon Tirkan li Koçgiriyê mjarên nû ne.

 

Jêder û têbînî

(1). Peymana Sevrê

Peymana Sevrê peymaneke aştiyê (bi fransizî: Traité de Sèvres) bû ku di navbera welatên hevalbendên şerê cîhanî yê yekê, ji xeynî Amerîka û Împaratoriya Osmanî li 10’ê tebaxa 1920’ê piştî bidawîhatina şerê cîhanî yê yekê ji bo aramî û aştiyê li bajarê Parîsê hat mohrkirin. Ji dewleta Osmaniyan û saziyên ermenî û kurd jî xwest ku ji bo parastina mafên xwe û pêşkêşkirina daxwazên xwe nûnerên xwe bişînin wê rûniştinê bi armanca lihevhatinê. Ermeniyan Bagos Nubar Paşa, komele û cemiyetên kurdan jî Şerîf Paşa şandin wira. Ji aliyê Osmaniyan çar kesan peyman mohr kir. Ji ber ku parlemana Osmaniyan li 18’ê adara 1920’an hatibû hilweşandin, peyman ji bo erêkirinê negihişt ber destê parlemanê û bi vî awayî jî negehişt ber destê Sultan Mihmedê Şeşemîn û di Takvim-l Vakayi, rojnameya fermî ya Osmaniyan da jî nehat belavkirin.

Şerê Serxwebûna Tirkiyeyê bi seroktiya Mustafa Kemal û berjewendiyên hevalbendên mîna Brîtanya û Fransayê karekî wiha kir ku careka din ew vegerin ser maseya dan û standinan û li şûna bicihkirina Peymana Sevrê, Peymana Lozanê hat mohrkirin. Peymana ku êdî biryarên Sevrê li serê mafên kurdan vala derdixistin.

Şerîf Paşayê nûnerê gelê kurd du daxwazname ji bo maf û xwestekên kurdan pêşkêşî kongreyê kirin: ya yekê li 22’ê adara 1919’an, ya duyem li 1’ê Adara an. Her wiha Şerîf Paşa bi nunerê ermeniyan nîqaş vekirin, lihevhatin û nêzîkayî çekirin, bi hev re li 20’ê heyva Çiriya Paşîn a sala 1919’an daxuyaniyeke hevbeş pêşkêşî kongreyê kirin.

Li 10’ê Tebaxa 1920’an Peymana Sevrê hat pejirandin. Ji bo gelê kurd di sê madeyên 62, 63, 64’an da ev biryar hatin girtin ku di nava sînorê Osmaniyan da wê dewleteka kurd a otonom bê sazkrin. Salekê pîştî dengdaneka giştî li ser daxwazên gelê kurd, dewleteka kurdî ya serbixwe jî yê were damezirandin. Kurdên herêma Mûsilê (bakurê Iraqê) jî wê têkevin nav sînorê vê dewleta serbixwe.“

Lê ev xal tev li ser kaxezê man û xemsariya kurdan ji hêlekê û ji hêla din jî hewldanên şev-rojane ên Jon Tirkan bi rêya xapandina kurdan ew şansê mezin ji holê rakirin.

(2). Dr. Nûrî Dêrsimî, Di dîroka Kurdistanê de Dêrsim

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar