PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Li girtîgehê 5 bira di greva birçîbûnê de ne

5 birayên hev li girtîgehê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Dê û bavê wan diyar kirin ku ji ber zarokên wan di greva birçîbûnê de ne nan di qirika wan re naçe û xew bi çavê wan nakeve û xwestin tecrîd bi dawî bibe

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Li girtîgehê 5 birayên hev Firat (31), Mûrat (30), Alî (25), Recep (24) û Ferhat Ertûnç (20) li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Firat Ertûnç 90 roj in li Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Mûrat û Recep jî 36 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê û Alî û Firat Ertûnç jî 36 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di greva birçîbûnê de ne.

Dê û bavê wan Şermîn û Ahmet Ertûnç, xwestin rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Bav Ahmet Ertûnç anî ziman ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 16 sal ceza li kurê wî Firat hatiye birîn û bi heman tawanbariyê 25 sal li kurê wî Mûrat, li Alî û Recep jî bi îdiaya “alîkariya rêxistinê kiriye 14 sal û li Ferat jî 12 sal ceza hatiye birîn.

Ertûnç anî ziman ku ji ber zarokên wî birûmet û serbilind in girtîne û wiha got: “Wekî din tu sûcê wan tune ye. Kesî nekuştine. Daxwaza kurên min daxwaza me ye jî. Em ê heta dawiyê li cem wan bin. Em naxwazin ji girtîgehan xebera mirinê bibihîsin. Em ji bo zarokên xwe dijîn.”

Dayik Şermîn Ertûnç jî anî ziman ku 11 sal in ew diçin girtîgehê û wiha got: “Em ê heta dawiyê li pişta zarokên xwe bin. Kurd bi girtin û kuştinan naqedin.”

Dayik Ertûnç diyar kir ku herî dawî bi telefonê bi kurê xwe Firat re axiviye û wiha got: “Çend roj berê me bi Firat re xeber da. Dibêje, wê çalakiya wan heta dawiyê dewam bike, ew ê bi ser bikevin. Niha di warê dîtinê de nerihet e, lingên wî diêşin. Ji ber zarokên me birçîne nan di qirika me re naçe, xew bi çavê me nakeve. Em nikarin li mala xwe xwarinê çêbikin, têkevin xew. Em ê tim li cem zarokên xwe bin. Em ê dev ji doza xwe bernedin.”

Ertûnç, bang li raya giştî kir ku ji bo grevên birçîbûnê û tecrîdê tev bigere. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar