Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dê bi gel re texrîbatên qeyûmê ji holê rakin

Hevşaredara Hezexê Songul Erdem da zanîn ku qeyûmê avahiya şaredariyê hilweşandiye û got ku dibe avahiya şaredariya wan tuneye lê partiya wan û malên gel hene û bi gelê navçeyê re karê xwe bidin meşandin

Piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê şûnde li navçeya Hezex a Şirnexê ku qeyûm lê bû, HDP’ê ji sedî 73,84 deng girt û şaredarî ji qeyûman girt. Hevşaredarên Hezexê dê rojên pêş mazbatayên xwe bigirin û dest bi peywira xwe bikin. Lê derket holê ku avahiya şaredariya Hezexê ji aliyê qeyûm ve hatiye hilweşandin û hîbeyê Midûriyeta Perwerdê ya Navçeyê hatiye kirin.

Hevşaredar Songul Erdem texrîbata ku qeyûman afirandiye û pirsgirêkên bi vê re hatine jiyîn nirxand.

Erdem destpêkê texrîbatên ku qeyûm li navçeyê afirandiye nirxand û diyar kir ku avahiya şaredariyê ji aliyê qeyûmê ve hatiye hilweşandin û wiha got: “Şaredariya me hatiye hilweşandin û xîbeyê Midûriyeta Perwerdê hat kirin. Niha xebatên şaredariyê li Navenda Çandê tên meşandin. Dema qeyûm tayîn bû gelek alav desteser kir. Mînak gelê me nikaribû bi rehetî têkevin şaredariyê. Şaredarî veguhertin qerekolê. Gelê me dema tankerek av dixwest pere ji wan dihat xwestin.”

Her tiştî şaredariyê firotine

Hevşaredar Erdem anî ziman ku wesayîtên aydê şaredariyê xîbeyê polîsan hatiye kirin û alavên wê jî ji bo firotinê birine xurdevanan û wiha domand: “Dema ev agahî hat me xwest em mudaxale bikin. Nefirotin lê dibe her tişt bibe. Şaredarî niha 120 trîlyon deynê wê heye. Em ê li dijî vê derkevin û destûrê nedin wan.”

‘Em ê li gorî daxwazên gel tevbigerin’

Her wiha Erdem destnîşan kir ku dema ew dest bi peywirê bikin dê li gorî daxwazên gel tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê şaredariyê bi gel re bi rêve bibin. Em ê xwedî li şaredariyê derkevin û bi gelê Hezexê re dawî li zext û talanê bînin. Dibe ku avahiya şaredariya me tuneye lê malên gelê hene. Em ê bi gelê xwe re navçeya xwe ji nûve qezenc bikin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar