HDP ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê dê roja yekşemê li Stenbolê meşê li dar bixe
HDP’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê dê meşekê li dar bixe. Meş dê 7’ê nîsanê saet di 15.00’an de li ber Mizgefta Navendî ya Şîşliyê dest pê bike û li Mecîdiyekoyê bi dawî bibe. STENBOL