Li Silopiyê Hevseroka HDP’a Navçeyê Fatma Gunduz, Behiye Nayir, dayika Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê ku di dema qedexeya derketina derve de hat kuştin û Dayika Aştiyê Emîne Ozek hatin binçavkirin
Li navçeya Silopî ya Şirnexê û gundên girêdayî navçeyê leşker û polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Hevseroka HDP’a Silopiyê Fatma Gunduz, Behiye Nayîr, dayika Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyê Pakîze Nayîr ku 3 sal berê di dema qedexeya derketina derve de tevî du hevalên xwe hat kuştin û Dayika Aştiyê Emîne Ozek hatin binçavkirin. Nehat hînbûn her sê kes ji ber çi hatine binçavkirin. ŞERNEX