Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Li Kurdistanê berxwedan bi ser ket

Nîqaşên têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adarê de hatin lidarxistin dewam dikin. Wisa xuya dike ku encamên hilbijartinê dê demeke din jî di rojevê de bin û bên nîqaşkirin.

Di van nîqaşan de tişta herî balkêş îtîrazên AKP’ê yên têkildarî encamên hilbijartinê ne. Gelek kes vê pirsê dipirsin; ‘AKP çima wisa dike?’. Ji ber ku ew îktîdar bûn, hemû derfetên dewletê ji bo xwe bi kar anîn, hemû çapemenî di xizmeta wan de bûn û 24 saetan ji bo wan propaganda dikirin, dengê muxalefetê wisa lawaz kirin ku kesên ku dengê xwe bilind dikirin jî dihatin binçavkirin, dihatin girtin. Ji ber vê yekê ye ku îtîrazî encamên hilbijartinê dikin.

AKP’ê piştî encamên hilbijartina 7’ê hezîranê jî heman helwest nîşan da û encamên hilbijartinê qebûl nekir. Hikûmeta AKP’ê û MHP’ê bi pêkanînên li dijî mirovahiyê seranserê bakurê Kurdistanê veguherandin gola xwînê, di demeke wiha de di bin siya çekan de ‘sindoqên hilbijartinê’ danîn pêşiya gel.

AKP dixwaze piştî hilbijartinên 31’ê adarê heman polîtîkayan bixe dewreyê. Nemaze piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ji destê wan çû helwesteke bi vî rengî nîşan didin. Hêj Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) encamên hilbijartinê aşkera nekiribû, Bînalî Yildirim derket pêşberî kamerayan û serkeftina xwe ragihand û li gelek kolanên Stenbolê bi afîş û pankartên serkeftinê daliqandin.

Dizanin ku ger Stenbol ji destê wan derkeve dê tevahiya Komara Tirkiyeyê (KT) ji destê wan derkeve. Ji ber wê yekê pêngavên bi vî rengî diavêjin. Çawa ku encamên hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an qebûl nekirin û di 1’ê mijdara 2015’an de hilbijartin dûbarekirin û dîsa jî bi ser neketin.

Bêguman di navbera tiştên ku di piştî hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an û hilbijartina 31’ê adara 2019’an de cudahî hene. Civaka Kurdistanê li hemberî qebûlnekirina encamên hilbijartina 7’ê hezîranê li îradeya xwe xwedî derketin û bi êrîş û qetlîamên hovane yên dewleta tirk re rûbirû man.

Piştî hilbijartina 31’ê adarê tiştekî wiha neqewimî. Civaka Kurdistanê çawa ku di hilbijartinên 1’ê mijdara 2015’an de di bin êrîş û balafirên şer de, li hemberî girtin û binçavkirina li îradeya xwe xwedî derketin û nehiştin faşîzma AKP/MHP’ê bigihêjin encamê. Gel li ber xwe da û bi ser ket. Di berxwedanê de tenê neman hemû civaka Kurdistanê û gelên Tirkiyeyê jî tevî berxwedana xwe kirin. Faşîzma AKP/MHP’ê neçareseriya pirsgirêka kurd de israr dikin û di kelehên xwe de têk çûn û deng winda kirin.

Stenbol rûyekî din ê Komara Tirkiyeyê ye û ji ber ku li Stenbolê têkçûne evqas îtîraz dikin. Di hilbijartinên xwerêveberiyên herêmî yên 31’ê adara 2019’an de AKP tenê ne li Kurdistanê, her wiha li Tirkiyeyê jî têk çû. Piştî hilbijartinê komek şelaq li dora AKP/MHP’ê kom bûne bi nirxandin û propagandayên xwe hewl didin rastiyan veşêrin.

Li Kurdistanê îradeya bajarên wekî; Şirnex, Bedlîs, Agirî û çend navçeyên din ji aliyê AKP/MHP’ê hatiye xespkirin. Li van navendan îradeya gel bi bin neket, tu guman nîne ku gelê li van deran dijîn welatparêz in, bi lehengî û wêrekiya xwe bedel dane. Ev nayê wê wateyê ku gel piştgiriyê dide AKP’ê û dengê wan zêde bûne. Li van deran leşker, polîs, hevkar û ajanan û hilbijêrên sexte birin ser sindoqan û mirov nikare bibêje li van deran ‘hilbijartin’ pêk hatiye.

Li dijî evqas zext û zordariyan gelê Amed, Mêrdîn, Wan, Colemêrg, Êlih, Îdir, Sêr, Qers û bi dehan navçe û bajarokan nehiştin îradeya wan were xespkirin. Faşîzma AKP/MHP’ê li gelek navendên ku wekî kelehên xwe didîtin hatin paşxistin û lawazkirin.

Çawa ku encamên hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an tune hesibandin, niha jî encamên hilbijartina xwerêberiyên herêmî ya 31’ê adara 2019’an tune dihesibînin û sedema tirsa wan têkçûn e. Baş dizanin ku hêzên demokrasî û azadîxwaz birêxistin bûne û ditirsin mîna 1’ê mijdara 2015’an hilbijartinan dubare bikin.

Sedema îtîraza wan a hilbijartinên 2019’an ev rastî û tirsa wan a mezin e. Ji bo di hilbijartinan de bi ser bikevin serî li hemû rêbazên qirêj didin û haya wan ji dengê wan yên esasî û rast heye û sedema tirsa wan jî ew e ku hêza wan kêm dibe. ‘Keviran girê didin, kuçikan serbest berdidin’da ku sahaya yek keleh de gog dilîzin û atmosfera hilbijartineke bi vî rengî diafirînin.

Di atmosfereke wiha de îtîrazên AKP’ê yên ji bo encamên hilbijartinê bêwate ye. Ji bo bi ser bikevin serî li hemû rêbazan dan, lê dîsa jî bi ser neketin û îtîrazên wan ji ber vê yekê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar