Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Azadiya Îfadeyê ji Dogan re

Index on Censorship (Îndeksa Sansûrê), Xelata Azadiya Îfadeyê îsal da rojnamevan û şêwekar Zehra Dogan. Zehra Doganê bixwe, xelata xwe diyarî Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê kir û bang li her kesî kir da ku xwe li çalakgeran kerr nekin û deng bidin dengê wan

Niha hepsên Tirkiyeyê bi hunermend, rewşenbîr, siyasetmevan û rojnamevanan tije ne. Çimkî sînorên datînin pêşiya azadiya îfadeyê em red dikin û em ê vê redkirinê bidomînin jî.

Saziya azadiya îfadeyê ya navneteweyî Index on Censorship, xelatên salê yên bi hunerê li dijî sansûrê, kampanya, aktîvîzma dîjîtal û rojnamevaniyê yên sala 2019´an, bi navê Xelata Azadiya Îfadeyê da xwediyên wan. Xelata sereke ya îsal jî vê saziyê da rojnamevan û şêwekara kurd Zehra Dogan. Rojnamevan Dogan ji ber nûçe û wêneyên li ser êrişên dewleta Tirk li dijî berxwedana xwerêveberiyê hat girtin.

Zehra Dogan piştî ku artêşa tirk û hêzên dewleta tirk ên çekdar navçeya Mêrdînê Nisêbîn rûxand, resmek xêz kir. Ev resma hanê xêzkirina bi şîroveya wê ya wêneyekî bû: wêneyê dagirkerên ku bajarek hilweşandî û bi her deverî ve alayên dagirkeriya xwe bi ser xirbeyan ve daliqandibûn. Ji ber vê yekê Zehra Dogan ji 2 salan zêdetir di hepsê da mabû.

 Xelata xwe diyarî çalakgerên kir

Merasîma xelatdayînê, li paytexta Ingilîstnaê Londonê bi rê ve çû. Zehra Dogan jî beşdarî merasîma xelatdayînê bû. Dogan a ku xelata xwe wergirt, di axaftina xwe ya ji xelkê amade re, got, ew xelata xwe diyarî Leyla Guven û hemû girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de û hemû gelên têkoşer dike.

Zehra Dogan di merasîmê de bi kurdî axivî û wiha got: “Xwe bikin şûna wênesazekê ku li bajarekî şer diqewime. Bajarek li ber çavê min dihat wêrankirin. Ji bilî wêneçêkirinê tu tişt ji destê min nedihat. Ji ber vî jî min wêne xêz kir, ez hatim girtin. Gelê kurd êriş û zextên dewleta tirk qebûl nake. Gelê kurd her roj bi mirin, girtin û binçavkirinan re rû bi rû ye. Niha li welatê ez jê me û ji wir hatime, parlamenter Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê kiriye. Piştî Guven bi hezaran girtî jî ketin çalakiya greva birçîbûnê. Niha rewşa bi hezaran girtiyî gelekî bi tehlûke ye. Deng bidin dengê wan. Niha hepsên Tirkiyeyê bi hunermend, rewşenbîr, siyasetmevan û rojnamevanan tije ne. Çimkî sînorên datînin pêşiya azadiya îfadeyê em red dikin û em ê vê redkirinê bidomînin jî.” LONDON

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar