Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

287 rêxistinên demokratîk ji bo grevên birçîbûnê bang kir

 

287 Rêxistinên Sivîl û Demokratîk ên ji 17 bajaran, têkildarî çalakiyên greva birçîbûnê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rewşa çalakvanan di astekê krîtîk de ye û bang li hikûmetê hat kirin ku pirsgirêkê li gorî hiqûqa gerdûnî çareser bike. Li Mêrdînê jî çalakiya Nobeda Mafên Mirovan hate destpêkirin

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven hatiye destpêkirin, 50 roj li pey xwe hişt. Di heman demê de çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlêrê kete roja 137’an, a 14 çalakvanên li Strasbourgê û ya Îmam Şîş a li Gallerê kete roja 111’an, a koma yekemîn a girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kete roja 112’an û çalakiya zêdetirî 7 hezar girtiyên din ên ji 1’ê adarê ve ketine greva birçîbûnê jî berdewam e.

Bi armanca bal kişandina ser rewşa çalakiyên greva birçîbûnê, ji 17 bajaran 287 rêxistinên sivîl û demokratîk li navçeya Sûr a Amedê di otelekê de daxuyaniyeke hevpar dan. Salon bi pankarta ‘Em li dijî mirinê mafê jiyanê diparêzin’ hatibû vekirin. Li ser navê rêxistinên demokratîk, berdevkê Demî yê Platforma Ked û Demokrasiyê Mehmet Şîrîn Gurbuz daxuyanî xwend. Gurbuz anî ziman ku demokrasî hiqûq û nirxên gerdûnî ji bo bihevrebûna civakan û her wiha ji bo vegûhestina ji nifşên din re pêdivîyeke hêja ye.

‘Armanca me parastina jiyana mirovan e’

Gurbuz diyar kir ku li Tirkiyeyê bi taybet jî di nava du salên dawî de demokrasî nemaye û wiha domand: “Demokrasî û hiqûq li welatê me xwe bi kiryarên antîdemokratîk nîşan dide. Li ser vê rêyê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Krîter û tekoşîna saziyên civaka sîvîl, avakirina demokrasî û aşitiya civakî ye. Parastin û pêşxistina jiyana mirovan ji xwe re dikin armanc. Em jiyana mirovan ser hemû têgeh û tirsan re digirin û dikin rojeva xwe ya yekemîn. Em niha li welatê xwe bi qeyraneke siyasî re rû bi rû ne. Hemû civak bi zextan tê bêdengkirin û mafên wan ên herî demokratîk jî tên binpêkirin.”

Bang li hikûmeta AKP’ê kirin

Di berdewamê de jî Gurbuz diyar kir ku vê rewşa antîdemokratîk a ku ji hiqûqê dûr, wan dixe nava fikaran û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Li dijî van binpêkirinan, bi pêşengiya hevseroka KCD’ê birêz Leyla Guven ve greva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakî niha li welat û derveyî welat ji hêla bi hezaran kesan ve tê domandin. Rewşa çalakvanan di asteke xetere de ye. Mixabin ji zindanan agahiyên mirinan tên. Bêdengiya îktîdarê fikarên mezin çê dike. Ger pêvajo wiha bidome, mixabin dê mirin zêde bibin. Ev jî dê re li ber aştiya civakî bigire û birînên kûr veke. Destûr nayê dayîn ku lijneyên ser bi xwe yên bijîşkan biçin hemû girtîgehan. Ji ber vê jî em ji hemû girtîgehan agahdar nînin. Li gorî agahiyên parêzer û malbatan, rewşa çalakvanan lawaz dibe û li hinek girtîgehan jî vîtamîna B1’ê, xwê û şekir ji çalakvanan re nayê dayîn. Em bang li îktîdarê dikin ku vê pirsgirêkê li gorî nirxên hiqûqî yên gerdûnî çareser bike.”

Li Mêrdînê Nobeda Mafê Jiyanê

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li avahiya Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li hikûmet û dewletê hat kirin ku li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî tevbigerin. Piştî daxuyaniyê jî nûnerên saziyên sivîl ji bo 8 saetan dest bi nobeda ‘Nobeda Mafê Jiyanê’ kirin. AMED- MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar