Polîsan şîna malbata Pamay a ji bo Mahsun Pamay ê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, li Mizgefta Ser Sûrê danîn, asteng kirin
Malbata Pamay, cenazeyê kurê xwe Mahsûm Pamay ê 22 salî ku li Girtîgeha Tîpa Tîpa T- 1 a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike çalakiya canbexşane pêk anî û şehîd bû, li navçeya Cizîr a Şirnexê defin kirin. Malbatê piştî cenaze defin kirin ji bo şînê li Mizgefta Ser Sûrê mala sersaxiyê vekirin. Malbatê Mizgefta Ser Sûrê ya Taxa Dagkapi şîn danî û polîsan şîn asteng kir. Piştî saetên nîvro polîsan bi maşîneyên zirxî hatin Mizgefta Ser Sûrê û welatiyên ji bo şînê hatibûn mizgeftê ji mizgeftê derxistin. Polîs bi maşîneyên zirxî li ber mizgeftê rawastiya ne û destûr nade kes biçin şînê. ŞIRNEX