Artêşa tirk û çeteyên wê gundên Teneb û Bînê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dikin. Di encama topbaranê de zarokek 13 salî şehîd bû û 3 sivîl birîndar bûn
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, bajarê Ezaz û gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê gundên Bînê û Teneb ên navçeya Şêrawa yê Efrînê topbaran kirin. Hate gotin ku zêdeyî 30 top avêtine her du gundan.
Di topbarana li dijî gundê Tenebê de zarokeke 13 salî şehîd bû û 3 sîvîl jî birîndar bûn. Heman demê de mala şêniyekî jî şewitî.
Birîndar rakirin nexweşxana Zehra a gundewarên Helebê.
Her wiha topbarana artêşa tirk û çeteyên wê hêj li herêmê didome. EFRÎN