Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hewldana DAIŞ’iyan a revînê hat astengkirin

Hewldana revê ya komeke DAIŞ’iyan a ji girtîgeheke Dêrikê ji aliyê HSD’ê ve hat astengkirin

Li gorî agahiyên hatin girtin, çeteyên DAIŞ’ê roja înê hewl dabûn ji girtîgeheke Dêrikê birevin. Hewldana revînê ji aliyê Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ve hat astengkirin. Di dema hewldana revînê de hêzên koalîsyonê ji destek da hêzên HSD’ê.

Li ser mijarê Berpirsê Têkiliyên Giştî yê HSD’ê Rêdûr Xelîl, agahî da û diyar kir ku roja înê di saetên şevê de dema ku xwestin li girtîgehê tevlîheviyê bikin û hewl dan birevin. Ev hewldan ji aliyê HSD’ê ve di nava çend saetan de hat kontrolkirin. Xelîl ragihand ku di vê hewldanê de tu kes nekariye bireve.

Xelîl destnîşan kir ku di dema vê bûyerê de hêzên koalîsyonê jî ji esmanan ve alîkarî kiriye. Xelîl bal kişand ser xeteriya çeteyên DAIŞ’ê û ev tişt ragihand: “Me berê jî diyar kiribû ku ev kes terorîst, kujer û xeternak in. Bi vê boneyê careke din em bang li hêzên navneteweyî dikin. Ev girtî, ne tenê ji bo Rojava û Bakûrê Sûriyeyê ji bo hemû cîhanê xeter in. Divê çareyek ji vê re bê dîtin. Ji bo vê em banga avakirina dadgeheke naventeweyî dikin.”

Berdevkê koalîsyonê ya navneteweyî Albay Scott Rawlîngson daxuyaniyek da û diyar kir ku hêzên HSD’ê li Dêrikê rewş bi aştiyene çareser kiriye û wan jî di dema bûyerê de desteka hewayî dayîne. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar