Artêşa tirk gundê Şeranişê yê girêdayî Heftanînê topbaran kir. Di encama êrîşê de li gund ziyanên madî pêk hatin
Êrîşên hêzên artêşa tirk ên li dijî herêmên sivîlan ên başûrê Kurdistanê bênavber berdewam in.
Li gorî agahiyan, hêzên artêşa tirk ber êvarê saet derdora 16:00’an de bi obûs û hewanan êrîşî gundê Şeranişê yê girêdayî herêma Heftenînê kir. Têkildarî êrîşê çavkaniyên herêmê agahî dan û destnîşan kir ku di encama êrîşê de guleyên hewanan li 3 avahiyên gund ketine.
Çavkaniyan da zanîn ku li gund ziyanên madî pêk hatine. Der barê ziyanên sivîlan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. BEHDÎNAN