HDP’ê ji bo ku 2 hezar û 276 dengên ku li Tetwanê hatine betalkirin careke din bên hejmartin, serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçe û Bajar dabû. Piştî ku ev daxwaz hate redkirin, HDP’ê ve carê jî serî li YSK’ê da
Di 31’ê adarê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 55 milyon hilbijêr çûn se sindoqan û namzetên şaredariyê hilbijartin. Di encama hilbijartinê de li bakurê Kurdistanê gelek şaredarî ketin dest Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Lê gelek bajar û navçeyên ku HDP’ê winda kirin jî di navbera dengên HDP û AKP’ê de rêjeyekî pir kêm heye. Yek ji van navçeyan jî Tetwan a Bedlîsê ye.
Li gorî encamên ne fermî yên Tetwanê, di encama hilbijartinê de HDP’ê 15 hezar û 330 deng, AKP’ê jî 15 hezar û 605 deng bidest xistin. HDP’ê ji bo ku 2 hezar û 276 dengên hatibûn betalkirin ji nû ve bên hejmartin, serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçe û Bajar dabû. Li ser redkrina îtirazê jî HDP’ê vê carê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) da.
Li bendê ye ku di nava 2 rojan de YSK biryarekê bide. BEDLÎS