Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şêx û rûspiyan bertek nîşanî Tirkiyeyê dan

Rûspiyên civaka Efrîn û Şehbayê û Şêxên Ereb bang li serokên eşîrên li Sûriyeyê kirin ku li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê derkevin

Rûspiyên civaka Efrîn û Şehbayê û şêxên ereb li navçeya Fafînê li hev civiyan û serketina HSD’ê ya li rojavayê Firatê nirxandin. Di civînê de dagirkeriya dewleta tirk a li Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablûsê hate nirxandin û bang li eşîrên li Sûriyeyê hemûyan hate kirin ku li dijî dagirkeriyê derkevin.

Li ser navê Eşîra Batoşê Xelef El-Mihemed serketina HSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê yê dijminê mirovahiyê pîroz kir û wiha got: “Em bi hêviya yekbûna xaka Sûriyeyê ne. Ji bo wê ye divê kurd û ereb destê xwe bidin hev û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabe.” El-Mihemed bang li eşîr û hozên herêmê yên di bin dagirkeriya tirk de ne kir ku li dijî dewleta tirk derkevin.

Yek ji rûspiyê herêma Efrînê Welîd Xûbarî wiha got: “Em gelê Sûriyeyê ne li gel parçekirina xaka Sûriyeyê ne. Bang li hemû cîhanê dikin ku bila artêşa tirk û çeteyên wê ji xaka Efrînê derbixin. Em rûspiyên Efrînê bang li HSD’ê jî dikin ku berê xwe bidin rojavayê Firatê ya ku dewleta tirk û çeteyên wê dagir kirine bikin. Dîsa banga me ji bo her kesê heye ku li dijî dagirkeriya tirk derbikevin.”

Ji eşîra El-Ximsî Şêx Elî El Xemîsî jî serketina HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û wiha axivî: “Em bi hêvîne ku hemû xaka Sûriyeyê ya di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne ji aliyê hêzên HSD’ê ve bê rizgarkirin. Bila hêzên biyanî bizanin ku gelê Sûriyeyê dikarin aloziyên xwe çareser bikin. ” El-Xemîsî bang li eşîr û bi taybet eşîrên Îmaratê kir ku li hember dewlet Tirk serî bilind bike. Em welatên Sûriyeyê pêwîste destê hev bigirin.

Rûspiyê eşîra Bobeneh jî destnîşan kir ku rê nadin tu kes bikevin navbera gelên Sûriyeyê û wiha got: “Serketina HSD’ê ya li Rojhilatê Çemê Firatê pîroz dikin. Em li dijî her cûre dagirkeriyê ya li ser xaka Sûriyeyê ne, ji bo wê jî em dagirkeriya Îsraîlê ya li ser Sûriyeyê jî şermezar dikin.”

Ji eşîra Batûşeh ya herêma Şehbayê Îbrahîm Mûse dagirkeriya Tirkiye û Şehba şermezar kir. Mûse anî ziman ku dagirkeriya dewleta tirk Sûriyeyê parçe dike û wiha got: “Sûriye dikare aloziyên xwe di nava xwe de çereser bike.”

Yek ji rûspiyê navçeya Cindirês a Kantona Efrîn Hec Welîd Hemedê, Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) pîroz kir. Hemedê anî ziman ku civîna wan kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê destê xwe bidin hev û ji bo dijminên Sûriyeyê bêjin; Sûriye xaka wan e, dest ji cih û warên xwe bernadin û wiha got: “Em ê bi hev re Sûriyeyeke demokratîk ava bikin.” ŞEHBA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar