Dengên hilbijartina li Stenbolê li ser îtîraza desthilata AKP’ê ji nû ve tên jimartin. Heta niha ji sedî 72 deng hatin jimartin. Ferqa di navbera CHP û AKP’ê de 17 hezar û 132 deng in
Di ser hilbijartina 31’ê adarê de hefteyek derbas bû. Lê nîqaş didomin. Li ser îtîraza AKP’ê li 39 navçeyên Stenbolê deng ji nû ve tên jimartin. Jimartina dengan didome. Heta niha ji sedî 72 deng hatin jimartin. Li gorî rêjeya dawî Namzetê CHP’ê yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, bi 17 hezar û 132 dengan di pêşiya namzetê AKP’ê Bînalî Yildirim de ye. STENBOL