Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Çeteyan Şêrhat ê efrînî bi îşkenceyê qetil kir

Welatiyê bi navê Şêrhat Deyan Oso ê Efrînî du caran ji hêla çeteyên dewleta tirk ve hate revandin. Oso ku çeteyan zêdetirî 10 milyon lîreyê Sûriyeyê jê dizîn, bi îşkenceyê qetil kirin

Zilm û zordariya hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra, El Qaîde, Ehrar El Şam û OSO’yê yên li Efrînê li dijî şêniyên herêmê berdewam in. Hêzên dagirker ên ku li Efrînê talan û wêraniyeke mezin kirin, kiryarên xwe yên girtin, binçavkirin, revandin, îşkencekirin û kuştinê jî berdewam dikin. Hat zanîn ku welatiyekê din jî li girtîgehên çeteyan ên li Efrînê bi îşkenceyê hate kuştin.

Welatiyê bi navê Şêrhat Deyan Oso di sala 1990’an de li gundê Carê yê Bilbil a Efrînê ji dayik bû. Li gorî agahiyan, komên çeteyan di dema destpêka dagirkirina Efrînê de Oso revand û 2 mehan di girtîgehê de girt. Di dema girtîgehê de jî Oso rastî hemû cureyên îşkenceyê hat.

Ji malbatê fîdye xwestin

Hat zanîn ku komên çete ji bo ku Şêrhat Deyan Oso berdin, ji malbata wî milyonek lîreyê Sûriyeyê xwest. Piştî ku malbatê ev pere daye çeteyan, Oso hate berdan. Oso tevî vê yekê jî ji komên çeteyan xelas nebû. Çeteyên ku êrîşî mala Oso ya li Efrînê kir, careke din revandin û birin zindana Ezazê.

Hewldanên malbatê têrê nekir

Şêrhat Deyan Oso vêcarê jî rastî îşkenceyên giran hat û ji ber vê îşkenceya giran jî bi nexweşiyê ket. Şêrhat ku êdî li ber mirinê bû, şandin malbatê. Malbata Oso ji bo xelaskirina zarokê xwe, birin kantona Şehbayê û derbasî Nexweşxaneya Avrînê kir. Lê tevî hemû mudaxaleyan jî Oso jiyana xwe ji dest da.

Şêrhat Deyan Oso bavê 2 zarokan bû û çeteyan derdora 10 milyon lîreyên Sûriyeyê jê dizîn. EFRÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar