Li navçeya Koyê ya Hewlêrê dayika çar zarokan xew şewitand. Rewşa tendirustiya jina xwe şewitandî giran e.
Li gorî agahiyên rêveberê polîsên Koyê Elî Abdula da, duh bi şev jinek temen 31 salî ya niştecihê navçeya Koyê ya Hewlêrê xwe şewitandiye. Elî da zanîn ku jina xwe şewitandî li nexweşxaneya Hewlêrê di bin çavdêriya bijîşkan de ye, lê rêjeya ji sedî 100 şewitiye.
Elî wiha got: “Dema ku dayika 4 zarokan xwe şewitand, hevserê wî li ser kar bû. Piştî ku rakirine nexweşxaneyê, jina xwe şewtandî gotiye wî bi xwe xwe şewitandiye. Sedemê xwe şewitandinê nayê zanîn. Lêkolîna der barê bûyerê de dewam dike.”
Li gorî agahiyên di torên civakî de belav bûne, jina xwe şewitandîji ber sedemê danûstandina xirab a bi hevserê xwe re, xwe şewitandiye. Lê ev agahî nehatiye piştrastkirin. HEWLÊR