Ziyaretên ji bo şîna Mahsûm Pamay ê li Girtîgeha Xarpêtê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî pêk anî, bi girseyî didome
Ziyaretên şîna ji bo Mahsûm Pamay ê li Girtîgeha tîpa T a Xarpêtê bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike çalakiya fedayî pêk anî ya li mala Pamay a li Cizirê hatiye danîn bi girseyî didome. Malbata Pamay, piştî duh polîsan mudaxaleyî şînê kir, şîn li mala xwe danîn û ziyaretên sersaxiyê li mala Pamay didomin. Rêveberên DBP û HDP’ê yên Şirnexe Dayikên Şemiyê, Parlamenterên HDP’ê jî di navde komek mezin îro çûn malbata Pamay ziyaret kirin û sersaxî ji malatê re xwestin. Girse di bin dorpêça polîsan de malbata Pamay ziyaret kir û ji dayika Masûm Pamay re sersaxî xwestin.
Malbata Pamay, duh li Mizgefta li taxê şîn danîbûn lê polîsan di nava rojê de ser şînê de girtibû û şîn betal kiribû. ŞIRNEX