Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Ciwanên şoreşger li Helebê pirtûkxaneyek vekir

Ciwanên Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo ku bandora şer li ser ciwanan kêm bikin û çanda xwendinê di nava ciwanan de pêş bixin, li navenda xwe ya Taxa Şêxmeqsûd  a Helebê pirtûkxaneyek vekir

EndamênTevgera Ciwanên Şoreşger ji bo ku bandora şer a li ser psîkolojiya ciwanan hinek kêm bikin, rê û rêbazên cuda yên perwerdeyê bikartînin. Di vê çarçoveyê de ciwanan li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest bi komkirina pirtûkan kir. Ciwanên ku di serî de pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom kirin, li navenda xwe ya taxê pirtûkxaneyeke biçûk vekir.

Di pirtûkxaneyê de 100 pirtûkên ku bi zimanê kurdî û erebî hatine nivîsandin, hene. Piraniya pirtûkan parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û yên din jî yên şehîdan weke Hisên Çawîş, Rustem Cûdî û Eyub Berezanî ne. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger Zeyneb Muslim dibêje ku wan ev pirtûkxane bi derfetên xwe vekiriye.

Her wiha di pirtûkxaneyê de nivîsên ku ciwanan teşwîqî xweperwerdekirinê dikin jî hene. ‘Ji bo parastina çanda xwe xwe perwerde bike’, ‘Ji bo parastina xwezaya xwe, xwe perwerde bike’ çend nivîsên bi vî rengî ne. Muslim dibêje ku ji bo zanist, çand û zanînê,  pirtûkxane ji bo ciwanan yek ji qadên herî girîng e. Muslim diyar kir ku armanca wan ew e ku ciwan xwe bi rêya fikr û felsefeya Ocalan xwe pêş bixin.

Ji endamên komîteyê Şikrî Elo destnîşan kir ku armanca wan perwerdekirina ciwanane û dixwazin ku giyana xwendina pirtûkan di ciwanan de pêş bixin. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê hewl dide ku hejmara pirtûkxaneyan zêde bike. HELEB

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar