Amedspor ku li Bursayê bû derket deplasmana Înegolsporê, bi golên Burak Taşdemîr ên di deqîqeyên 52 û 60’emîn de di maçê de bi skora 2-1 bi ser ket
Amedspor ku di Koma 2’yemîn a Lîga Spî ya TFF’ê de dilîze, di hefteya 30’emîn a sezonê de li Bursayê bû hevrikê Înegolsporê. Di beşa yekemîn a maça Amedsporê de ku li deplasmanê û bêtemaşegeran lîst, her du tîman jî gol neavêtin û beşa yekemîn bi skora 0-0 bi dawî bû. Di beşa duyemîn a lîstikê de jî Amedsporê bi golên Burak Taşdemîr ku di deqîqeyên 52 û 60’emîn de avêtin, maç bi skora 2-1 qezenc kir. Gola Înegolsporê jî di deqîqeya 82’yan de Erdî Şehît avêt.
Amedspor ku bêyî temaşegeran li Bursayê lîst, bi vê serkeftina xwe re puanên xwe derxist 46’an û derket rêza 7’emîn. Înegolspor jî bi 44 puanan re kete rêza 8’an.
Di dema maçê de li dijî lîstikvanên Amedsporê êrîşa bi devkî pêk hat. AMED