Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

Girtiyê astengdar ji bo civakê talûke hat dîtin!

Saziya Tipa Edlî (ATK) der barê girtiyê ji sedî 98 astengdar Serdal Yildirim de rapora ‘Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêk bîne’ da. Lê serlêdana ji bo berdanê, bi hinceta Midûrê Polîsan û Qeymeqam gotiye ‘Ji bo civakê talûke ye’ hat redkirin

Di sala 2010’an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, Serdal Yildirim qeza derbas kir û ji sedî 98 astengdar e. Dozgeriyê der barê Yildirim de bi hinceta bi sandalyeya bi teker tev li şahiya HDP’ê bûye lêpirsîn vekir. Di sala 2016’an de bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ û ‘Endam şandine nava rêxistinê’ doz vekir. 2’yemin Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê îdîaname qebûl kir û doz vekir. Dadgehê di heman salê de li Yildirim 12 sal ceza birî û Dadgeha Bilind ceza erê kir. Di 30’ê kanûna 2018’an de polîsan bi ser mala Yildirim girt û ew binçavkirin. Bi sedema ku cezayê Yildirim heye ew derxistin pêşberî dadger û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Parêzerên Yildirim ji bo Yildirim serbest bê berdan serî li dozgeriya Înfazê dan. Piştî parêzeran ji bo Yıldırım serlêdan kir, Navenda Rehebilitasyonê ya Girtîgeha Tîpa R a Mêrsînê rapor amade kir. Saziya Rehapîlitasyonê di raporê de wiha got: “Girtiyê navborî li gorî nivîsa Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Ceza û Tevkifê girtî mohtacê xwedîkirinê ye û bi tena serê xwe nikare bijî.”

ATK: Nikare bi serê xwe bijî

Saziya Tipa Edli (ATK) jî piştî rewşa tenduristiya Yildirim lêkolîn kir, biryar da û got ku nikare bi tenea serê xwe jiyana xwe bidomîne. Navenda Rehabîlîtasyonê û ATK, bi hinceta ne meseleyek tibbî ye der barê rewşa Yildirim a  ‘Ji bo civakê talûke ye ya na’ aşkera nekir.

Midûriyeta Polîsan û Qeymeqamê Qoserê tevî Yildirim ji sedî 98 astengdare jî gotin ji bo civakê talûke ye. Li ser vê yekê Dozgeriya Înfazê bi hinceta Qeymeqam û Midurê Polîsan ên Qoserê der barê Serdal Yildirim de nerîn aşkera kirine berneda. Dozgeriyê der barê Yildirim de bi hinceta “Wê ji bo civakê talûke be” biryara berdewama girtinê da.

Biryar dûrî wijdanê ye

Parêzerê Yildirim  Erdal Kuzu jî biryar nirxand û ev tişta anî ziman: “Li gel ku ATK’ê rapora ‘Girtî nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî’ da jî dîsa nehatiye berdan. Ji bo Yildirim bê berdan hewldanên me dê bidomim. Jixwe cezayê lê hatiye birîn li ser delîlên xeyalî hatiye avakirin. Me ev yek bi dehan caran ji dozger re anî ziman. Niha jî li ser nêrîna Midûriyeta Polisan û Qeymeqamê qoserê nayê berdan. Ev yek nayê qebûlkirin. Ger ku saziyek tenduristiyê bêje ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ her tişt temam e. Biryar û nêrîna qeymeqam û mirûdê polîsan dûrî wijdan e. Ji sedî 98 astengdar e. Ev ji milê darazê ve rewşek pir şerm e. Em dê vê yekê îtîraz bikin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar