Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Bi kurdan re tifaq rêya serkeftinê ye

Di hilbijartina xwecehî ya Tirkiye û li bakurê Kurdistanê careke din jî aşkera bû ku kurd giraniya xwe bidin kîjan aliyan, ew alî bi ser dikeve. Ev ne tenê rastiya li Tirkiyeyê ye, rastiya hemû dewletên li ser Kurdistan dagirker in. Di heman demê de ne rastiya roja me ye jî, rastiya dîrokê ye. Di dîrokê de kîjan hêz bi kurdan li hev kiriye, yan jî kurdan destek daye kîjan alî, ew bi ser ketiye. Berovajiyê vê rastiyê jî, kîjan hêz an dewlet dijminantiya kurdan kiriye, dibe ku ne di wê dema tê de, lê bi demê re ji ber dijberiya kurdan domandiye, şikestekên mezin xwariye.

Dîrokê zilma împaratoriya Asûriyan heta niha jî tê zanîn. Asûrî bi sedsalan li dijî gelên herêmê komkujiyan dikirin. Li gorî hin belgeyên Asûran 12 caran êrişî welatê Kardoyan (kurd) kirine, yên kuştine kuştine, yên din jî dîl girtine. Ji wan êrişan neh caran kesên dîl girtine wek kole anîne derdorê bajar bi cih kirine. Sê caran hemû Kardoyan heta gola herî mezin (Li gora hin lêkolînan ev Deryaya Spî ye) dûr xistine. Li gorî belgeyên Asûriyan êrişên li ser welatê Kardoyan bi sedsalan domandiye. Kolekirin, dûrxistin, kuştin li pêşiya gelê Kardoyan nebû asteng, her li ber xwe dan. Lê gelê Kardo, bi gelê Babîl re tifaq kir û bi têkoşîna sed salan dawî li zilma Asûran anî.

Li dijî zilma Romiyan gelê kurd wek hêviyek ji zilmê xelas bibe, bi Alpaslanê tirk re tifaqeke dîrokî kir. Ev tifaq hişt ku deriyê Anatolyayê ji tirkan re vebe û heta astek be jî kurd ji bin zilmê xelas bibin. Osmaniyan dema xwest deriyê Rojhilata Navîn ji bo xwe vekin, bi kurdan re li hev kirin. Ev li hevkirina kurd û Osmaniyan hişt ku Osmanî heta bakurê Afrîkayê bixin bin destê xwe. Ev rastî di fermanên Osmaniyan de bi zimanek vekirî, hatiye nivisandin.

Di dîroka herî nêz a têkiliyên kurd û tirkan de şerê rizgar kirina Tirkiyeyê rola sereke kurd dilîzin. Ger Mustefa Kemal bi kurdan re li Sêwaz û Erziromê tifaqê çêneke, ne mumkin bû îro kes qala Tirkiyeyê bikira.

Ev mînakên ji dîrokê, ji aliyên gelek kesan ve hatiye jibîrkirin, yan jî bizanebûn hatiye veşartin. Lê rastî li pê xwe aşkerakirinê ye. Kes nikare rastiyan dem dirêj veşêre. Dewleta tirk a dagirker ku li ser pişta gelan hat avakirin, îro roj dixwaze rastiyan veşêre. Ne tenê rastiya veşêre, kesên dixwazin van rastiyan carekî din zindî bikin, yan dixe zîndanan, yan jî dikuje.

Rejima Iraqê ya di bin destê Sedam Huseyn de bû, bi salan dijberiya gelê kurd kir. Rejîma Sedam bi hezar kurd bi çekên kîmyevî kuştin, bi deh hezaran kurd bi navê Enfalê bi komî qetil kirin. Di encamê de yê winda kir Sedam bû. Li ser başûrê Kurdistanê zilma PDK’ê hebe jî, lê di encamê de kurd gihaştin azadiya xwe.

Di roja me de rejîma faşîst a Erdogan di nava sînorê siyasî yên dewleta tirk jî nemaye, li çar perçeyê Kurdistanê û heta li kîjan welatî kurd dimînin, êrişî kurdan dike. Hilbijartina xwecihî carekî din da diyarkirin ku kî bi kurdan re li hev bike ev bi ser dikeve. Kurd bi temamî negihêjin azadiya xwe jî lê dikarin bi dijberê xwe jî bidin windakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar