Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘AKP’ê bi dengên leşkeran Çelê bi dest xist’

HDP’iyan diyar kir ku li Çelê gel dengê xwe da HDP’ê û wiha gotin: “Li Çelê HDP û dewlet ketin hilbijartinê. AKP’ê bi dengên leşkerên veguhestin li Çelê bi dest xist.”

Li navçeya Çêla ya Colemêrgê ku bi veguhestina leşkeran ket rojevê, namzetê tifaqa AKP û MHP’ê di hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê de bi 55.75 dengan bû yekemîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser vê yekê got ku li Çelê hilbijartinek demokratîk çêbûne û ew bi tu partiyên siyasere neketin pêşbirkê. HDP’iyan diyar kir ku ger dengên gel bên esas girtin, wan di hilbijartinê de qezenc kiriye.

Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Çelê Halîme Şikşek anî ziman ku li Çelê hilbijartin dibin zextek pir mezin de derbas bû û wiha axivî: “Roja hilbijartinê dewletê deng da û bi vê zextên derûnî kirin. Tifaqa AKP û MHP’ê bi hîle û zextan di vê hilbijatinê de jî xwe nîşan da. Bi taybetî li Çelê pir hîle hatin kirin. Di dema serdana Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylû ya navçeyê de, soza kadrobûyîna 150 kesan dabû. Hêzên ewlekariyê li ser navçeyê qeyt kiribûn. Ev  yek ji hîleyên herî mezin ên hilbijartinê bû.”

‘Hezên ewlekariyê 4 hezarin’

Şîmşek da zanîn ku dengên gel ên li navçeyê îkamet dikin 2 hezar û 200 û hejmara hêzên ewlekarî yên li derdora navçeyê dimînin jî 4 hezar û 690 e. Şimşek da zanîn ku pir zext hebûn û vê jî hilbijêr dixist nava gumanan.

‘Ji bo herêmîn sînor ji berê de amadekarî kiribûn’

Endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a HDP’ê Fariz Çetînkaya jî da zanîn ku ger dengên gel bên esasgirtin, HDP’ê qezenc kiriye û wiha axivî: “Hikumet ji bo ku li navçeyê qezenc bike, ji ber de amadekarî kiribûn. Ji xwe raya giştî jî ev yek dizanî. Ji ber sînor Çelê navçeyek stratejîke. Li ser her girekê Çelê qereqolek heye. Hemû leşkerên di van qereqolan de li ser Çelê qeyd kirin. Tu mafê leşkeran ên li gundên derdorê dimînin bên navçeyê dengan bidin tuneye. Ger mafên van leşkeran hebe, wê demê mafê sivîlên li van gund dijîn jî heye ku bên navçeyê dengê xwe bidin. Lê ligel hemû def û dolaban jî me li Çelê bi dengê sivîlan şaredarî qezenc kir. Gelê Çelê dengê xwe da me. Ji xwe hilbijartina li vê derê di navbera HDP û AKP’ê de derbas nebû, di navbera HDP û dewletê de derbas bû. Di hilbijarina 2014’an de me li vê  derê hezar û 650 deng girtin û wan jî 850 deng girtibûn. Di vê hilbijartinê de jî me hezar û 663 deng girtin û wan jî 2 hezar û 550 deng girtin. Ferqa heyî dengên veguhestine. Bi giştî li herêmên ser sînor ev polîtîka bi rêve birin. Tişta me xemgîn dike, vîna gelê me xesp kirin. Lê dîsan jî ev kar bi dawî nebûye. Çi dibe bila bibe emê şaredariya xwe qezenc bikin. Em spasiya gelê xwe dikin. Dîsan em bi tenê nehiştin. Em minetdarê wane.”

‘Lîstûkek mezin kirin’

Namzetê Hevşaredariya HDP’ê yê Çelê Ebûbekîr Kanar jî anî ziman ku hikumetê lîstûkên mezin kirin û wiha got: “Çelê hem ji bo gelê kurd û hem jî ji bo hikumetê navçeyek stratejîke. Dewlet girîngiyek mezin dide vê derê û heya Şirnexê. Ji ber ku dewletê fêm kir ku dê nekare bi hêza gel şaredariyên herêmê qezenc bike ji bo wê hêzên leşkerî li vê derê qeyd kirin. Ji nifûsa navçeyê zêdetir leşker qeyd kirin. Li gel ku gundê Aşût muxtarî bû jî leşkerên li wê derê hatin li navenda navçeyê dengên xwe dan. Ev ji bo hemû gundên herêmê derbas dare. Armanc ew bû ku şaredariyê di destên xwe de bigirin.”

‘Em minetdarê gelê  Çelê ne’

Kanar dest nîşan kir ku di dema pêvajoya hilbijartinê de hemû burokratên dewletê hatin vê derê û weke xebatkarên partiyê xebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hin caran walî di hefteyekê de 4 caran di hat vê derê û ferman dida. Li Çelê li ser 11 navnîşanî nêzî 2-3 hezar kes qeyd kiribûn. Tenê li ser navnîşanekê 627 kes qeyd kiribûn. Lê ligel van hemûyan jî gel qezenc kir. Em spasiya gelê xwe dikin. Em her tim mînnetdarê gelê xwe yê Çelê ne. Gelê me peywira xwe bi cih anî û li pişt partiya xwe sekinin. Wan ne bi vîna gel, bi dengên veguhestin qezenc kirin.” COLEMÊRG

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar