Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hilbijartina Hindistanê: 900 milyon hilbijêr dê deng bidin

Ji bo hilbijartina parlamentoyê li Hindistanê vê hefteyê dê 900 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan. Tê payîn ku dê hilbijartin 39 rojan berdewam bike û dê di rojekê de jî bên hejmartin

Hindistan ku nifûsa wê milyarek û 300 milyonek kes e, dê vê hefteyê ji bo hilbijartina parlamentoyê biçe ser sindoqan. Hilbijartina ku 900 milyon kes dê deng bide, dê di 11’ê nîsanê de dest pê bike û di 19’ê adarê de jî bi dawî bibe. Ango dengdayîna li Hindistanê dê mehek û 9 rojan berdewam bike.

Li Hindistanê milyonan kes dê li zêdetirî 800 hezar navendan deng bidin. Dengdayîna her herêm û eyaletan di rojên cuda de be. Ji ber ku li hinek herêmên çoltar ku hejmara hilbijêran lê zêde ye ceryan nîne, ji bo parastina ewlehiya hilbijartinê zêdetirî 11 milyon kes hatine peywirdarkirin. Her hilbijêrek jî ji bo dengdayînê dê biçe navendên dengdayînê yên 2 kîlometreyan dûr. Li gorî daneyan, Hindistan ji bo vê hilbijartinê herî kêm dê 7 milyar dolaran mezêxe.

84 milyon hilbijêr zêde bûn

Di hilbijartinên Hindistanê de her welatiyekî ku ketiye 18 saliya xwe, dikare deng bide. Bi vê yekê re dê di vê hilbijartinê de 84 milyon hemwelatiyên nû dê deng bidin. Tê gotin ku dê deng bi rêya cîhazên elektronîk bê dayîn. Lê di her hilbijartinê de tê destnîşankirin ku partiyên siyasî dikarin van cîhazan hack bikin û li gorî daxwaza xwe dengan biguherînin.

Roja hejmartina dengan 23’yê gulanê ye 

Dengên welatiyan dê di roja 23’yê gulanê de bên hejmartin. Hejmartina dengan dê serê sibehê saet 08.00’an de dest pê bike û tê payîn ku dê ber bi nîvro ve bi encam bibe. Piştî ku endamên Lok Sabhayê hatin diyarkirin, partiya ku hikûmeta koalîsyonê ava dike dê serokwezîrê nû yê Hindistanê hilbijêre.

Hevrikê Modî vêcarê Gandî ye

Di encama hilbijartinên sala 2014’an de serokê partiya rastgir a Partiya Gel a Hindistanê Narendra Modî bûbû serokwezîr. Di vê hilbijartinê de hevrikê herî mezin ê Modî jî serokê partiya çepgir a Kongreya Neteweyî ya Hindistanê Rahul Gandî ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar