Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê kiryarên dermirovî dikin. Çeteyên ku gelek welatî revandin, bi darê zorê malên wan desteser dikin. Her wiha komên çete, endamên ENKS’ê ku li Efrînê ji dagirkeran re sîxûrtiyê dikin, revandin. Hat zanîn ku çeteyan goristana elewiyan jî ji bo talankirinê kolandine
Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê piştî ku Efrîn dagir kirin, li ser şêniyên resen ên Efrînê zilmekî mezin dimeşînin. Dewleta tirk û çeteyên wê ku li Efrînê polîtîkaya guherandina demografyayê dimeşînin, di heman demê de êrîşî hemû nirxên civaka Efrînê dikin. Dagirkerên li Efrînê de di serî de li Efrînê 6 peymangehên muzîkê yên li navenda Efrînê û navçeya Cindirêsê yên bi navên DarSaz, Awaz, Adîk, Arya, Aslan û Art girtin. Hêzên dagirker gerînendeyê Peymangeha Arya ya Muzîkê, Mihemed Abdulrehman jî 15 roj berê li Cindirêsê revandin û aqûbeta Abdulrehman hîn nayê zanîn.
Hêzên dagirker bi hezaran welatiyên Efrînê revandin û çarenûsa bi hezaran efrîniyan jî ne diyar e. Çavkaniyên ji Efrînê da zanîn ku komên çete 4 roj berê welatiyê bi navê Mihemed Egîd Sîdî û dotmama wî Necah Egîd ku ji gundê Hepo yê Mabatayê ne, revandin. Di heman rojê de welatiyê bi navê Emîn Amarî (27) jî ji gundê Meskê yê Racoyê hate revandin. Şêniyê bi navê Beşar Kemal Hisên Mistefa jî hatiye revandin û tu agahî jê nayên girtin.
Malên welatiyan desteser dikin
Çavkaniyan da zanîn ku komên çete welatiyan direvînin û ji malbatên wan dixwazin ku malên xwe vala bikin. Yek ji mînakên vê jî mala Îsa Ednan e. Ednan ku li kolana El Vêlat rûdine, demek berê çeteyan bi darê zorê xwest ku avahiya xwe vala bike û jê stendin.
Endamên ENKS’ê hatin revandin!
Koma çete ya ENKS’ê ku li Efrînê di bin navê ‘kurdayetiyê’ de sîxûriyê ji dewleta tirk re dike, tevî nokeriya xwe jî nikare xwe êrîşên dewleta tirk xelas bike. Hat zanîn ku endamê koma çete ya ENKS’ê Hisên Îbîş ku ji gundê Xirbê ye, ji 31’ê adarê ve ji hêla çeteyan ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku endamê ENKS’ê yê di ‘meclisa’ dagirkeran de Mihemed Alî Rîda jî çend hefte berê hatibû revandin û piştre jî bi pereyan hatibûn berdan.
Goristana elewiyan kolandin
Hêzên dagirker di heman demê de li Efrînê binpêkirinên derexlaqî û dermirovî dikin. Talankerên dewleta tirk piştî ku zêdetirî 20 goristanên êzidî û elewiyên li kantona Efrînê wêran kirin, niha jî Goristana Yexmûr Dada ku yek ji goristanên elewiyan ên li navçeya Mabatayê ne, kolandine. Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan ji bo talankirinê goristan kolandine. EFRÎN