Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê heyeta KNK û NCDK’ê bi Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Anthony Albanese yê Partiya Karkeran re civiyan
Heyeta ku ji Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) pêk dihat li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Anthony Albanese yê Partiya Karkeran re, li ofîsa Albanese ya taybet civiyan.
Heyetê di civînê de dosye pêşkêş kirin a ku qala tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên greva birçîbûnê û qala rewşa li Rojava dike.
Li gorî agahiyên ku ji heyetê hatine wergirtin wezîr Albanese grevên birçîbûnê ji nêz ve dişopîne û wiha got: “Mijarê hefteya bê di civîna têkildarî mafên mirovan a li parlamentoya federal bînim rojevê. Daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê mirovî ne. Em ê bişopînin.”
Albanese diyar kir ku serketina li Rojava ya li dijî DAIŞ’ê serketinekî li ser navê hemû mirovahiyê ye û bi taybet mijara Herêma Ewle gotubêj dikin û wiha axivî: “Gelê kurd ji bo mirovahiyê têkoşiya, bi rêzdarî pêşwazî dikin.” SYDNEY