Serokê Amerîkayê Trump Muhafizên Şoreşa Îranê yên girêdayî artêşa İranê kir lîsteya terorê
Serokê Amerîkayê Donald Trump asta krîza siyasî û leşkerî ya bi Îranê re ku bi danekirinan dabû destpêkirin, bilind kir û Muhafizên Şoreşa Îranê yên girêdayî artêşa İranê kir lîsteya terorê. Trump Muhafizên Şoreşa Îranê ku hêzên wê di nav hêzên bejahî, hewayî, deryayî û moşekî yên artêşa Îranê de hene weke ‘Rêxistina terorê ya biyanî’ bi nav kir.
Serok Trump diyar kir ku Muhafizên Şoreşa Îranê amûra sereke ya rêveberina kampanya terorê ya hikumeta Îranê ya qada navneteweyî ye. Bi vê biryarê Amerîka careke yekemîn artêşa welatekî kir lîsteya terorê. Rojnameya Wall Street Journalê hefteyek beriya niha ragihandibû ku dê Amerîka biryareke bi vî rengî bide.
Dê bi vê biryarê re Amerîka astengiyên li pêşiya êrîşên xwe yên leşkerî yên li hemberî Îranê ji holê rake û dema bixwaze li hemberî Îranê êrîşên leşkerî pêk bîne. Her wiha ji ber ku aboriya îranê piranî di bin kontrola vê hêzê de ye Amerîka dixwaze bi vê biryara derbeke mezin li aboriya Îranê jî bide. WASHINGTON