Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf bersiva serokê Amerîka Trump da û pêşniyar li serokkomarê Rûhanî kir ku Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê bike nav rêxistinên terorê
Serokê Amerîkayê Donald Trump Muhafizên Şoreşa Îranê yên girêdayî artêşa İranê kir lîsteya terorê ya Amerîkayê û weke ‘Rêxistina terorê ya biyanî’ bi nav kir. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf têkildarî biryara Amerîkayê daxuyanî da û bi awayekî tund bersia Amerîka da. Zarîf pêşniyar li serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî kir ku Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (US CENTCOM) wek rêxistina terorê îlan bike. Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê xebatên Amerîkayê yên Rojhilata Navîn bi rê ve dibe. TEHRAN