Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Berxwedan ket roja 153’yan

Berxwedana li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û niha bi hezaran kurd di vê berxwedanê de ye ket roja 153’yan

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a ji aliyê Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven kete roja 153’yan. Piştî çalakiya Guven di 16’ê kanûna 2018’an bi sedan girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdisatnê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege4r kirin. Çalakiya zêdetirê 350 girtiyî ket roja 115’an û ji 1’ê adarê ve ye jî li dora 7 hezar girtî li hemû girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine û bi israr didomînin.

Berxwedana li malê

Giriyên ku ji girtîgehan tên berdan jî bi israr çalakiya xwe li malê didomînin.  Hin ji van berxwedêran û roja berxwedan wan wiha ye; Berxwedana Seda Akin, li Êlihê kete roja 94’an, a Gurbet Ektîren a li Dêrika Merdînê kete roja 81’emîn, a Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê kete roja 91’emîn, a Îhsan Sînmîş a li Kuçukçekmece ya Stenbolê kete roja 41’emîn û ya Naîme Çelîk li Rezana Amedê ket roja 41’emîn.

Çalakiya li HDP’a Amedê

Li avahiya HDP’a Amdê jî çalakiya perlamenterên HDP’ê didome. Berxwedana parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û ji 3’yê adarê ve ye û berxwedana parlamenterên HDP’ê  yên wanê Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç jî ji 8’ê adarê ve ye berdewam dike.

Li aliyê din çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê jî 140’in didome. Çalakiya Fadîle Tok a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jî di kete roja 80. Di heman demê de çalakiya Herêm Mehmût di roja 44’an, a Şeyma Ednan di roja 36’emîn  û ya Gulebax Celal jî di roja 21’emîn de bi biryardarî berdewam dike.

Berxwedana li Ewropayê

Çalakiya 14 çalakgerên li Strasboûrgê û ya Îmam Şîş a li Galler a Ingilîstanê jî kete roja 114’an. Çalakiya   Yûsûf Îba a li Torontoyê kete roja 88’an, a Mustafa Tuzak a li Duîsburgê kete roja 87’an, a Husên Yildiz kete roja 82’yan, a Hasbî Çakici kete roja 81’ emîn, a Şiyar Xelîl a li Nurinbergê kete roja 76’ emîn, a Cemal Kobanê û Omer Bagdur ên li Kasselê kete roja 71’emîn, a Şivan Agaogulu û Sultan Yigît a li paytexta Awusturya Viyanayê kete roja 66’ emîn,  a Mehmet Alî Koçar a li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê kete roja 49’ emîn,  a Nahîde Zengîn û çalakiya Mehmet Saît Yilmaz û Alî Poyraz a li paytexta Ingilîstan a Londonê  jî kete roja 24’an.

Çalakiyên canbexşane

Her wiha ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyê siyasî yê bi navê Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî ya bi navê Zehra Saglam li Girtîgeha Oltu ya Erziromê, girtiya bi navê Medya Çinar li Girtîgeh Tîpa E ya Mêrdînê, girtiya bi navê Yonca Akici li Girtîgeha Jinan a Şakranê, girtiyê bi navê Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniyeyê û herî dawî jî Mahsûn Pamay li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê çalakiya canbexşane pêk anîn û şehîd bûn. Di heman demê de li Almanyayê jî welatparêzê kurd ê bi navê Ugur Şakar çalakiya xweşewitandinê pêk anîbû û şehîd bûbû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar