Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Wanê lîstikên hilbijartinê naqedin

Li Wanê, hîn jî mazbataya hevşaredarên Bajarê Mezin ên HDP’î nehatiye dayin. Li Erdîşê jî jimartina dengan hîn didome. Ev yek nîşan dide ku AKP dek û dolaban digerîne

Di ser hibijartinê re zêdeyî hefteyek derbas bû, lê hîn jî mazbatayên hevşaredarên HDP’î yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û navçeyên wê nehatine dayin. Ev yek jî weke hewldanek ji bo nixumandina karên ne li rê ya jî amadekariya hîleyeke nû tê dîtin.

HDP’ê bi rêjeya 54 ji sedî, bi 261 hezar dengî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi dest xist. AKP’ê jî 40 ji sedî yanî 196 hezar deng stend. Tevî ku HDP’ê 65 hezar deng ji yên AKP’ê zêdetir bi dest xist, hîn jî mazbatayên hevşaredaran nayê dayin.

Li navçeya Erdîşê jî HDP’ê 35 hezar 600 deng, AKP’ê 33 hezar deng wergirtin. Tevî ku di navberê de 3 hezar deng hene jî, ji ber îtiraza AKP’ê ya li YSK’ê deng ji nû ve tên jimartin. Di ser hilbijartinê re zêdeyî hefteyek derbas bûye, lê jimartina dengan a li Erdîşê hîn jî didome.

Şaredariyeke din a ku HDP lê bi ser ket, navçeya Rêya Armûşê ye. HDP’ê 20 hezar deng ji yên AKP’ê zêdetir wergirt, lê hîn jî mazbatayên hevşaredarên HDP’î nayê dayin. AKP’ê ji bo ji nû ve jimartina dengên li navçeya Rêya Armûşê serî li YSK’ê da.

HDP’ê ji bo şaredariya Colemêrgê 10 hezar deng ji AKP’ê zêdetir wergirt. Lê belê ji bo ji nû ve jimartina 1 hezar 200 dengên nederbasdar serî li YSK’ê da. Serlêdana AKP’ê ya li Colemêrgê qebûlkirin û hemû dengên nederbasdar li ser AKP’ê bên nivîsandin jî encam naguhere.

Çima mazbatayan nadin?

Li ser sedema nedana mazbatayên hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê, du sedem derdikevin pêş. Bi dirêjkirina demê re hewl didin karên ne li rê binixumînin, belgeyan ji holê rakin, ya jî dest bi amadekariya hîleyeke nû ya ji bo desteserkirinê kirine. Xebatkarekî şaredariyê ku ji ber ewlekariyê nexweş navê xwe eşkere bike, diyar kir ku hard dîskên kompûteran hemûyan ji şûna wan hatine derxistin. Anî ziman ku ev yek ne tenê li bajarê mezin, her wiha li navçeya Rêya Armûşê jî hatiye kirin.

7 Roj in 342 sindoq tên jimartin

Li navçeya Erdîşê ku HDP lê bi ser ket, AKP ji bo ji nû ve jimartina dengan serî li YSK’ê da û serlêdana wan hate qebûlkirin. YSK’ê li ser daxwaza AKP’ê ji nû ve dest bi jimartina dengan kir. Jimartina 342 sindoqan bû 7 roj in tên jimartin, lê naqedin. Li gorî agahiyan, malên şaredariyê bi giranî hatine firotin, wesayitên şaredariyê diyarî saziyên din ên dewletê hatine kirin. Di nava hefteyekê de malên şaredariyê yên bi buhayê milyonek lîreyî hatine firotin.

Li Colemêrgê jî lîstikên qirêj

Hem li Wanê, hem jî li Colemêrgê ev lîstikên AKP’ê rê li ber nerazîbûna gel vedike. Welatiyekî ji Colemêrgê ragihand, AKP ji bo karên xwe yên ne li rê yên du salên dawî binixumîne bi vî rengî tevdigere.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar