Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kanar: Li Îmraliyê înfaza hiqûqa şerê dijminane tê sepandin

Parêzer Ercan Kanar bi bîr xist ku tecrîd li ser tecrîdê li ser Ocalan tê sepandin û wiha got: “Qedexeya hevdîtina parêzeran, rêbaza înfaza hiqûqa şer a dijminane tê sepandin. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aştiyane bê çareserkirin divê rêya li pêşiya hevdîtina Ocalan vebibe.”

Hiqûqnas Ercan Kanar têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ji ajansa MA’yê re axivî. Parêzer Ercan Kanar tecrîdê bi van gotinan pênase kir: “Di dinyayê de şertên herî giran îzolekirina yên ji derve di heman demê de îzolekirina yên ji hundir e. Înfaza tê kirin tê maneya tecrîda li ser tecrîdê. Tecrîdkirina Ocalan ji roja anîne Tirkiyeyê ve heta vê kêliyê didome. Li dijî qanûnan bi rojan di binçavan de hat darizandin. Halbukî der barê wî de 4 biryarên cuda yên girtina giyabî hebûn. Divê demildest bihata girtin lê darizandinê domandin. Halbukî Girtîgeha Îmraliyê bi taybetî ji bo Ocalan kirin girtîgeha yek kesî. Statûya girtîgehek taybet danê. Ew der bi rêveberiya serokwezîriyê hat birêvebirin. Di esasê xwe de darizandin jî wisa bû.”

‘Tecrîd di qanûnên Erdogan de jî nîne’

Kanar destnîşan kir ku di her şertî de tecrîd pêk hat û wiha dewam kir: “Tecrîd ne di beleyên hiqûqa navnetewî de ne jî di makeqanûnê de ye. Yanî tecrîd ne di makeqanûna 12’ê Îlonê de û ne jî di makeqanûna Erdogan de heye. Tecrîd di makeqanûna Erdogan de nîne. Em ji makeqanûna Erdogan re dibêjin makeqanûna bêmakqanûn. Tecrîd li dijî rêgezên wekhev ên makeqanûnê ye.”

‘Cûreya înfaza 4’emîn ji bo Ocalan taybet e’

Kanar anî ziman ku li Tirkiyeyê 4 cûre înfaz hene û wiha got: “Yekemîn înfaza li ser siyasiyan pêk tînin heye. Duyemîn înfaz jî li ser rêxistinên mîna mafyayê pêk tînin yanî li ser sûcên edlî. Ev her du ji hev cuda ne. Her wiha înfaza sûcên asayî heye û pêk tînin. Ev jî ji her duyên din cudattir e. Înfaza çaremîn jî ew e ku pargala înfaza li ser kesek tê sepandin heye. Ji bo Ocalan pergala înfazek taybet tê sepandin. Rêgeza rêgeza wekheviyê tê binpêkirin û li Tirkiyeyê 4 rêbazên sepandina înfazan heye.”

‘Tecrîd êrîşa li dijî aştiyê ye’

Kanar da zanîn ku bi salan e tecrîd li ser Ocalan tê sepandin û wiha domand: “Hemû sazî û dezgehên Ewrûpa yanî dadgeh û hiqûqa Ewrûpa ne li gorî bingeha hiqûqê ye û hilberîna sadik nakin. Cotstandartî heye. Dema berjewendiyên aborî dikevin rojevê mafên mirovan jî tên binpêkirin û li holê namîne. Xala 3’yemîn a hevpeymana hiqûqa DMME da qanûna binpêkirina li dijî îşkence, rûmet şikandinê û muameleya xerab e. Li gorî vê yekê biryara Kafkaris Kibris heye. Li wir dibêje ‘girtî kî dibe bila bibe divê berdana bi şer jê re hebe û neyê piştguhkirin.’ Biryara Li wir 25 salên xwe danî holê. Biryara Kraliyeta Hevgirtî ya Vînter da. Di wir de jî dibêje ‘divê girtî di demên diyar de di ber çavan de bê derbaskirin.’ Li wir jî 25 sal danî holê. Biryarek Komîteya Wezîrên Konseya Ewrûpayê ya baştirîn heye. Li gorî biryarên vê komîteyê girtiyek di navbera 8-14 salan de cezayê wî paş de dixe. Lê Ocalan bû 20 sal girtî ye. Yanî li gorî biryara Komîteyê divê hukmê ji bo Ocalan hat dayîn carek din li ber çavan re bê derbas kirin. Jixwe darizandinek nehiqûqî hatibû kirin. Divê di warê hiqûqî de carek din ji nûve bihata darizandin. Tirkiye ji bo vê yekê jî neke qanûnan guhert. Tabî aliyên polîtîk ên mijarê jî hene. Ew alî belkî girîngtir be. Tecrîdkirina Ocalan astengiyek girîng a li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd a aştiyane ye. Di vê rewşê de sûcek li dijî aştiyê tê kirin derdikeve holê. Tecrîdkirina Ocalan di heman demê de tê maneya ku îllegelî û gayrîrewabûan dewletê ye û hem jî êrîşek li dijî aştiyê ye.”

‘Hiqûqa şer a dijminane ye’

Kanar bal kişand ser rêgezên ji bo Mandela û wiha got: “Dema em li vê rewşê dinêhirin Kanûna Înfaza Cezayê ya Tirkiyeyê ji rêgezên Mandela xerabtir e.” Kanar bal kişand ser qedexekirina hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan û wiha got: “Niha bi biryarnameyek rewşa awarte qedexekirina hevdîtin parêzeran kirin qanûn. Li gorî wê biryarnameyê heke îdareya girtîgehê bibîne parêzer bi armanca rêxistinbûnê bi girtî re hevdîtinê dike, wê demê dikare parêzer 3 mehan ji pîşeya wî men bike. Ev rewş dubare bibe 6 mehan dikare dûr bike. Dîsa dubare bibe dikare dawî li pîşeya parêzer bîne û dê bêje parêzerk din ji xwe re bigirin. Mixabin vê yekê xistin qanûnê. Ev rêbaza înfaza hiqûqa şer a bi dijmin re ye. Tecrîd ji qedexekirinê xerabtir e. Tecrîd teknîkek û polîtîkayek dewletê û îktîdarê ye.”

‘Divê tecrîd bê rakırın’

Kanar bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û ev tişt anî ziman: “Daxwaza wan însanî û rewa ye. Dixwazin maf û hiqûqa ji bo girtiyên ji bo Ocalan jî pêk were. Bang dikin ku xwedî li yasayên xwe derkevin. Divê hikumet ji bo vê daxwazê gav biavêje. Heke di pirsgirêka kurd aştî û çareseriyek mayînde dixwazin, divê rêyên hevdîtina li gel Ocalan bi awayê polîtîk jî bê vekirin. Dema tecrîd rabe dê li  Tirkiyeyê atmosferek baş ava bibe. Afirandina atmosferek erênî di destê îktîdar û partiyên muxalefetê de ye. Lê niha tiştek wiha xuya nake. Niha mirov dikare bêje serdemek wek salên 1932-1933’an ên li Almanya li Tirkiyeyê diqewime.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar