Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

ÎHD binpêkirina li 4 girtîgehan kir rapor

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Edeneyê, rewşa 60 girtiyên li 4 girtîgehên li herêma Çukurovayê kir rapor û bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê xwest ku bêyî zêdetir kes jiyana xwe ji dest bidin daxwaza girtiyan pêk bînin

Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, piştî li Girtîgeha Tipa F a Kurkçuler a Edene, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê, Girtîgeha Tîpa T-1-2 ya Osmaniyeyê bi girtiyan re hevdîtin kir, rapor amade kir. Komîsyona ÎHD’ê li avahiya şaxa ÎHD’ê ya Edeneye rapor bi civîna çapemeniyê parve kir. Di civînê de berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê parêzer Tugay Bek, endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a bi KHK’ê hat girtin parêzer Alî Akinci, Nûnerê ÎHD’ê yê herêma Çukurovayê parêzer Yasemîn Dora Şeker, nûnerên komeleya TUAYDER a Çukurovayê, nûnerên HDK, parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyan amade bûn.

Endamê ÇHD’ê parêzer Alî Akinci diyar ku bi qasî tê xwestin greva birçîbûnê nabe rojev û wiha got: “Ji niha û şûnde ÇHD dê bêtir li ser çalakiyên greva birçîbûnê raweste. Ji bo grev bên dîtin dê bêtir bixebite. Kengî daxwazên girtiyan qebûl kirin dikarin pêşî li mirinê bigirin.”

Divê li dijî tecrîdê deng bên derxistin

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Edeneyê Tugay Bek jî diyar kir ku daxwazên çalakgerên di grevê de mafdar, rewa û mirovî ne û ev tişt anî ziman: “Hin zagon hene ji bo her kesî derbasdar in. Dibêjin ‘Hin kes nikarin ji wan sûdê bigirin’ tiştekî wisa tune ye. Wê demê mirov nikare bêje ewlehiya mafê welatiyan heye. Divê her kes li dijî tecrîdê bertekên xwe bîne ziman û li dijî tecrîdê derkevin.”

Nûnera Herêma Çukurovayê ya ÎHD’ê Yasemîn Dora Şeker anî ziman ku komeleya wan jiyana mirovan kiriye navenda armanca komeleyê û wiha got: “Ji bo ev çalakî bi dawî bibin divê daxwazên wan pêk bên. Daxwazên wan li gorî hiqûq û mirovahiyê ye. Em naxwazin mirov dawî li jiyana xwe bînin.”

Navê girtiyên di grevê de ne

Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Zelal Demîray jî da zanîn ku wekî baroya Edeneyê, ÇHD û ÎHD’ê ew li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edene, Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê, Girtîgeha Tipa T-1-2 ya Osmaniyeyê bi 24 girtiyên k udi greva birçîbûnê de ne hevdîtin kirine û anî ziman ku li 4 girtîgehan 60 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û navên girtiyên ku di grevê de ne wiha rêz kir: “Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê ji 5’ê çileyê ve Burhan Çelîk û Şahîn Tan, Ji 1’ê adarê ve Mehmet Emîn Ado, Zafer Bahadir, Omer Toluk, Mazlum Erdem, Mehmet Taç û Mustafa Ozer di grevê de ne. Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ji 5’ê çileyê ve Înan Akin, ji 1’ê adarê ve Mazhar Guler, Abdullah Yilmaz, Suat Şîmşek, Zahîr Şen, Ahmet Aksu, Yusuf Budak, Ergun Acar, Alaatîn Eleîd, Mehmet Alî Genç, Bariş Rojvan Pîşkîn, Harun Kaya, Murat Sancak, Ferhat Şendur, Alî Okutan, Salîh Ulutaş, Erkan Aydin, Erbîl Armagan, Îbrahîm Candan û Serhat Ussun di grevê de ye. Li Girtîgeha Tîpa T a 2 ya Osmaniyeyê ji 8’ê sibatê ve Zenar Demîr, Hasan Alan, Hasan Muhammet Îbîş, Mîkaîl Pelît, Mehmet Kiliç û Oktay Gul û ji 1’ê adarê ve Şakir Çayin, Mehmet Emin Dal, Veysî Baltaş, Nevaz Sakçak, Mîkaîl Gulmez, Îbrahîm Sutçu, Abdullah Muhammet, Mehmet Şîrîn Arat, Mehmet Gokhan, Yildirim Kiş, Abdullah Uçar, Ahmet Aycan, Sabahattîn Karasu, Ahmet Balî, Ahmet Koçak, Mehmet Selîm Suer  û Abdulselam Erbenzer di grevê de ne.”

 Demîray çavdêrî û binpêkirinên mafan ên tespît kirine wiha parve kir:

  • Girtiyên ketine grevê piştî çalakiya greve rastî lêpirsîna dîsîplînê hatine. Rastî hîn cezayên dîsîplînê hatine. Girtiyên ku neketine grevê û piştgirî dane çalakiyê jî rastî heman cezayî hatine.
  • Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniyeyê girtiyên ketine grevê piştî çalakiyê bi sedema ku ketine grevê mafê wan ê telefonê bi malbatê re qut kirine. Bi hinceta propaganda dikin rastî cezayê hucreyê û dîsîplînê hatine. Ceza bêyî parastinê xistine meriyetê.
  • Girtî piştî ketine grevê li şûna her roj hekîm biçe kontrola wan û tenduristiya wan kontrol bike, kontrola kilo û tansiyonê ji aliyê hemşire û gardiyanan ve hatiye kirin.
  • Girtiyên ketine grevê ji aliyê rayedarên girtîgehê ve rastî gef û zextan hatine ku dest ji çalakiyê berdin.
  • Girtiyên ketine grevê piştî ketine grevê pêdiviyên wan ên av, şekir, xwê, karbonat û vîtamîna B  bi rêk û pêk nadin wan. Li hîn girtîgehan ava germ nadin wan.
  • Girtiyên di meha çile de ketine grevê gelek kîlo winda kirine û sergêşî, serêş, pirsgirêka xew, tansiyon pêş ketiye, ronî û dengê zêde wan bêzar dike.
  • Rêveberiya girtîgehê mehê 4-5 caran li odeyên wan lêgerînê dike. Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniyeyê di lêgerînê de gorên wan jî ji pêyên wan derdixin. Di asta wan tacîz bikin sîngên wan dijdînin. Zorê li wan dikin ku li ser pêyan jimarê bidin.
  • Li hemû girtîgehan zorê li girtiyan dikin ku li ser piyan jimarê bidin. Girtiyên li dijî vê yekê derdikevin ji aliyê gardiyanan ve bi zorê wan radikin ser piyan.
  • Mafê wan ê çapemeniyê, tv, rojname ku karibe agahiyan bistînin hatiye bi sînorkirin. Mafê wan ê pirtûk, kovar, rojnameyan bi sînor dikin. Nikarin xwe bigihînin rojnameya Yenî Yaşamê. Rojnameya Yenî Yaşam bi hinceta nûçeyên der barê Leyla Guven û greva birçîbûnê heye nadin girtiyan.
  • Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniye girtî piştî ketin grevê nameyan nadin girtiyan. Ji ber nivîsê di nameyan de girtî rastî cezayê dîsîplînê tên. Name û kartên bi kurdî dinivîsin jî bi hinceta bi ‘Zimanê nayê zanîn’ nivîsê tercûman dixwazin û heqê tercuman ji girtiyan dixwazin. Ji ber vê yekê jî nameyên kurdî desteser dikin.
  • Bi taybetî li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtiyên ji sûcên cuda tên tawanbarkirin di heman blokê de tên girtin. Girtiyên ji doza Feto-DIŞ-PKK li heman salonê derdixin hevditina vekirî û girtî.
  • Bi taybetî li Girtîgeha Osmaniyeyê girtiyên ji doza Nisêbînê tên darizandin, rastî binpêkirina taybet tên. Yên birîndar jî nayên dermankirin. Girtî Melîs Teksan 7 meh in bêyî hincetan nîşan bidin di yek hucreyê de tê girtin.
  • Girtiyên li dijî binpêkirina mafan û bê hiqûqiyê dengê xwe bilind dikin rastî cezayê dîsîplînê tên. Li girtîgehan rewşa girtiyên di grevê de hatiye asta krtîtîk. Mafê jiyanê mafê herî bingehîn e û divê bê parastin. Ji bo binpêkirina mafan bi dawî bibe û girtî dawî li vê çalakiyê bînin divê bi lez daxwazên girtiyan qebûl bikin. EDENE
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar