Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kartal: Li Ewropayê ji bo PKK’ê pêvajoyeke nû dest pê kir

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser biryarên li Belçîka û Luksembourgê yên li ser PKK’ê û wiha got: “Mirov dikarin bêjin, ji bo tevgera kurd, PKK’ê, sazî û siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê ji aliyê hiqûqî ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye.”

Li Belçîkayê di nava sê salan de pênc biryarên ji bo PKK’ê erênî hatin dayin. Li Luksembourgê jî Dîwana Edaletê ya Ewropayê meha mijdarê biryar da ku argumanên di navbera salên 2014-2017’an de ji bo hiştina PKK’ê di nava lîsteya terorê de hatine pêşkêşkirin têrker nîne û lîste betal kir. Li ser îtiraza Îngilîstanê ku bi navê Yekîtiya Ewropayê kir, navê PKK’ê bi rengekî otomatîk li lîsteya sala 2018’an hate bicihkirin. Arguman nehatin guhertin. Aliyê kurd meha adarê li dijî lîsteya nû serlêdan kir.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal ku di doza Belçîkayê de dihate darizandin, biryarên her du dadgehan û encamên hiqûqî û siyasî yên biryaran ji rojnameger Maxzîme Azadî re nirxand. Kartal wiha dibêje: “Çawa ku bicihkirina PKK’ê li lîsteya rêxistinên terorê biryareke siyasî ye, bi biryareke siyasî Yekîtiya Ewropayê piştî DYA’yê navê PKK’ê li lîsteyê bi cih kir. Biryarên ku niha dadgeh didin jî ji aliyê cewherî ve îradeyeke siyasî ye. Mirov dikarin bêjin, pêvajoya siyasî rewşeke wiha ferz kiriye.”

‘Vekirina lêpirsîn û dozê biryareke siyasî bû’

Li ser sparteya hiqûqî ya dozê jî Kartal dibêje: “Ji xwe biryar (vekirina lêpirsîn û dozê) biryareke siyasî bû, hiqûqî nebû. PKK ew realîteye ku niha ji aliyê dadgehê ve tê qebûlkirin. Çi ye? Di çarçoveya pirsgirêka kurd de aliyekî şerê li Kurdistanê ye. Aliyê din jî dewleta mêtinger e. PKK jî aliyê din e ku îradeya gelê kurd temsîl dike. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke siyasî ye. Divê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî bê çareserkirin. Pêwîste mesele li ser bingeha hiqûqa şer a navneteweyî were nirxandin. Lê belê Tirkiye van qebûl nake, lewma çar car in îtiraz dike. Lê êdî ji van îtirazan jî tiştek dernakeve. Ji ber ku di her îtirazê de ji Tirkiyeyê tê xwestin ku îdîayên ji bilî îdîayên heta niha hatine kirin pêşkêş bike, ji ber ku îdîayên heta niha hatine pêşkêşkirin ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. Me û parêzerên me bi parêznameyên xwe îdîayên wan têk bir. Lewma divê argûmanên nû pêşkêş bikin ku argûmanekî wan ê nû nîne. Rastiya dîrokî ya pirsgirêka kurd û polîtîkayên dewletê li holê ne. Belê, PKK aliyekî şer e û divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de mesele bê nirxandin. Aliyê hiqûqî yê meseleyê wiha ye. Aliyê siyasî jî xwe ferz dike, çareseriyê ferz dike. Li ser vê bingehê wê hîn bêhtir zor li Tirkiyeyê bibe.”

‘Nabe ku PKK di lîsteyê de bê hiştin’

Der barê biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê de ku hiştina navê PKK’ê di lîsteya terorê de neheq dît, Kartal wiha got: “Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku navenda wê li Luksembourgê ye di vê mijarê de biryar da. Di navbera salên 2014-2017’an de bi navê Yekîtiya Ewropayê Îngilîstanê serlêdan kiribû. Dîwana Edaletê jî ev bersiv da Îngilîstanê: Sedemên hatine pêşkêşkirin têrê nakin ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de bê hiştin. Bi van îdîayan nabe ku PKK di lîsteyê de were hiştin. Ger îdîayên nû hebin divê werin pêşkêşkirin. Sala 2018’an Îngilîstanê careke din serlêdan kir ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de bê hiştin. Lê belê argûman û îdîa kêm in, tiştekî nû nîne. Lewma wê ji wir jî tiştekî nû dernekeve, wê bê redkirin. Biryarên li Belçîka û Luksembourgê hatin wergirtin, li qada navneteweyî û li her welatî ji bo bidawîkirina astengiyên hiqûqî û qedexeyên li ser PKK’ê û pirsgirêka kurd wê bibin mînak. Di vê mijarê de karekî berfireh tê kirin.”

‘Li ser qedexeya li Almanyayê kar tê kirin’

Kartal destnîşan kir ku bi taybetî li dijî qedexeyên li Almanyayê kar tê kirin û wiha got: “Almanyayê bi hinceta ‘PKK rêxistineke terorê ye’ ew qedexe kir. Lê belê bi biryarên dadgehên Belçîkayê re ku diyar dikin, PKK ne rêxistineke terorê ye, hem li Almanyayê, hem li Îngilîstanê hem jî li welatên din ên qedexeyên bi heman rengî hene, wê ji aliyê hiqûqî ve têkoşîneke berfireh bê dayin. Ji bo vê jî amadekarî tên kirin.”

‘Pêvajoyeke nû dest pê kir’

Kartal diyar kir ku bi biryarên li Belçîka û Luksembourgê re êdî ji bo tevgera kurd, PKK’ê, sazî û siyasetmedarên kurd ên li Ewropayê ji aliyê hiqûqî ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Kartal ev tirşt anî ziman: “Ji ber vê yekê, gelê me li welatên ku lê ne li dijî zext, astengî û qedexeyan divê hîn bi bandor têkoşîna hiqûqî bimeşîne. Yanî li dijî bicihkirina navê PKK’ê li lîsteya terorê, li dijî qedexeyan, divê kiryarên antî demokratîk ên li dijî sazî û gelê kurd neyên qebûlkirin, li asta hiqûqê têkoşîneke xurt bê dayin. Têkoşîna hiqûqî divê bi mînak nîşandana van biryaran were meşandin.” BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar