Ji Colemêrg, Sêrt û Rihayê xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de bang li her kesî kirin ku ji bo şikandina tecrîdê û piştevaniya bi berxwedarên greva birçîbûnê re ji destên kê çi tê divê bikin. Malbatn her wiha ev bang jî kirin; “Bêdengî dikuje, dengê xwe li dengê me zêde bikin.”
Li Girtîgeha Wanê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Dîndar Taş e. Taş, 5 sal in girtiye û ji 1’ê adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Hayal Taş, xwest rojek berî rojekê tecrîd bi dawî bibe. Taş, diyar kir ku hefteya borî bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û got ku kurê wê gotiye ji bo zilm bi dawî bibe ketine greva birçîbûnê û ew vê zilmê qebûl nakin.
Taş anî ziman ku ji ber girtî di greva birçîbûnê de ne xweşikî warin di qirika wan re naçe xwarê û got: “Sibehê wexta hişyar dibim û çayê çêdikim, kurê min tê bîra min û dibêjim ew nikare çayê jî vexwe û loma ez jî venaxwim. Dilê me perçe perçe dibe. Dizanim ez ne bi tenê me. Li hêlekê dilê min ji bo zarokên me yên li girtîgehê di greva birçîbûnê de dişewite li hêla din jî ji bo malbatên wan. Xwedê vê zilmê qebûl neke.”
Taş bal kişand ser mirinên li girtîgehê jî û wiha got: “Em dixwazin greva bi dawî bibe da ji girtîgehan xebera mirinê neyê. Em dixwazin zarokên me rojek berî rojekê azad bibin.”
Dayika 2 çalakgeran: bêdengî dikuje
Li Girtîgeha Wanê, birayên hev Sînan û Levent Farûk jî ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne. Dayika wan Hanî Farûk, xwest her kes bibe dengê çalakgeran û wiha got: “Ji ber em nikarin ji bo zarokên xwe tiştekî bikin em perîşan dibin. Divê hin kes dengê zarokên me bibihîsin. Divê dewlet qîrîna wan bibihîse. Em hemû welatiyên heman welatî ne. Bila guh bidin daxwazên zarokên me. Bi mehan e zarokên me di greva birçîbûnê de ne, tî û birçî ne. Divê êdî hin kes gavina bavêjin.”
‘Dengê xwe li dengê me zêde bikin’
Dayik Farûk diyar kir ku di serî de Wezareta Dadê û bi giştî hemû rayedar li mirinê temaşe dikin û got: “Divê daxwazên van mirovan di çarçoveyeke wijdanî de esas bê girtin. Em li cem zarokên xwe ne û em pştgiriyê didin çalakiya wan. Ji ber ew li wir birçîne xwarin di qirika me re jî naçe. Ji bo zarokên me ji vê rewşê derkevin, em bang li her kesî dikin ku dengê xwe li dengê me zêde bikin.”
‘Em li dora girtiyan bibin xelek’
Li girtîgehê yek ji girtiyê di greva birçîbûnê de jî bavê du zarokan Mehmet Kaçar (30) e. Kaçar, 6 meh in di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de ye û 5 sal ceza lê hatiye birîn. Kaçar, ji 23’yê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye. Bavê wî Deham Kaçar (50), diyar kir ku kurê wî gotiye heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike. Bav Kaçar anî ziman ku daxwaza girtiyan daxwazeke mafdar û di cih de ye û wiha got: “Bang li gelê kurd dikim. Em li dor girtiyan bibin xelek û tecrîdê bişikînin. Bila ji girtîgehan cenazeyên zarokên me dernekevin. Em jiyaneke birûmet bijîn. Wê zarokên me bêrûmetiyê qebûl nekin û teslîm nebin.”
‘Em ê li ber xwe bidin’
Her wiha li Girtîgeha Tîpa D a Gîresûnê jî Îzzettîn Sevîlgen (51) jî ji 41 roj in di greva birçîbûnê de ye. Sevîlgen 28 sal in girtiye û 36 sal ceza lê hatiye birîn. Hevjîna wî Husna Sevîlgen (47) diyar kir ku hevjînê wê nexweş e lê belê divê gel li ber xwe bide û wiha got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Berxwedan jiyan e.”
‘Tenê ne xizmên girtiyan divê her kes bibe dengê vê girtiyan’
Li Girtîgeha Jimare 2’yan a Tîpa T a Rihayê yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de Mehmet Bînîcî ye. Bînîcî ji 1’ê adarê ve ye di greva birçîbûnê de ye. Bînîcî, bi rêya malbata xwe bang li raya giştî kir ku tenê ne xizmên girtiyan divê her kes guh bide vê çalakiyê.
Xwişka wî Mûkadder Bînîcî, anî ziman ku rewşa girtiyên li Girtîgeha Rihayê di greva birçîbûnê de ne her diçe xirabtir dibe. Bînîcî, bilêv kir ku îna borî ew çûye girtîgehê û bilêv kir ku birayê wê bang li raya giştî kiriye ku bibin dengê çalakiya wan û wiha got: “Di vî warî de ji destê kê çi tê divê bike û bi awayekî xurt bibin dengê girtîgehan. Di vî warî de ji destê kê çi tê divê bike.”
Bînîcî, destnîşan kir ku daxwaza girtiyan daxwaza wan e jî û wiha got: “Daxwaza wan daxwaza me ye. Ev tecrîd tenê ne li ser birêz Abdullah Ocalan e. Di şexsê Birêz Ocalan de hemû welat tê tecrîdkirin. Niha Tirkiye veguheriye girtîgeheke vekirî. Sedema vê yekê jî ew e ku tecrîda li ser birêz Ocalan li tevahiya welat berbelav bûye. Eger tecrîd bi dawî bibe wê tecrîda li ser welat jî bi dawî bibe.” COLEMÊRG/SÊRT/RIHA