HDP’ê li Wêranşarê ji bo ku dengên hatine betalkirin careke din bên hejmartin, serî li YSK’ê da
Li gorî encamên hilbijartinê yên rêveberiyên herêmî yên li Wêranşar a Rihayê, namzetê AKP’ê Salih Ekîncî 37 hezar û 330 deng û namzetên HDP’ê Hidir Oktay û Roza Yazmaci jî 36 hezar û 573 deng wergirtin. Di navbera namzetê AKP’ê û yên HDP’ê de tenê 757 deng ferq heye.
Di heman demê de li navçeyê 6 hezar û 607 deng jî hatin betalkirin. Ji bo ku dengên hatin betalkirin careke din bên hejmartin, HDP’ê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçe û Bajar dabû lê serlêdana wê hatibû redkirin. HDP niha jî ji bo ku dengên hatin betalkirin careke din bên hejmartin, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hîn dema ku pêvajoya îtîrazê ya HDP’ê didomiya, Lijneya Hilbijartinê ya Navçe û Bajar mazbataya Ekîncî dabûyê. RIHA