Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Derbeya YSK’ê: Mazbatayên KHK’iyan nadin

Lijneya Bilind a Hilbijartinê têkildarî namzetên beriya niha bi KHK’ê ji kar hatine îxrackirin û di hilbijartinê de bûne yekemîn, biryara xwe da. YSK’ê destnîşan kir ku dê mazbatayên namzetên KHK’î, bidin kesên di hilbijartinê de duyemîn derketin. Li gorî vê biryarê, 4 şaredariyên navçeyan ên HDP’ê dikevin destê AKP’ê

Hikûmeta AKP-MHP’ê ku di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de derbekê giran xwar, bi rêya dek û dolaban dixwaze şaredariyên HDP’ê xesb bike. AKP ku ji bo serkeftina xwe temamiya hêza dewletê bikartîne, îşev jî bi destê YSK’ê derbeyek pêk anî.  Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) der barê namzetên ku bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê De (KHK) ji kar hatine derxistin û di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên di 31’ê adarê de hatine hilbijartin, biryareke sosret da.

YSK’ê biryar da ku mazbatayên kesên bi KHK’ê hatine îxrackirin û di sindoqan de hatine hilbijartin, nede. YSK’ê ragihand ku dê li şûna van kesan, mazbatayan bidin kesên di hilbijartinê de duyemîn derketin.

Di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya Rezan a Amedê de namzetê hevşaredariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan bi rêjeyekî bilind hatibû hilbijartin. Zeyyat dema ku mamoste, bi KHK’ê ji kar hatibû îxrackirin. Di heman demê de namzetên HDP’ê yên Tûşba ya Wanê Yilmaz Berkî, namzetê HDP’ê yê Artemetê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Bazîdagaye Leyla Atsak ku hatibûn hilbijartin, bi KHK’ê ji kar hatibûn derxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji bo kesên bi KHK’ê ji kar hatine derxistin mazbatayê nekarin wergirin, îtîrazî YSK’ê hatibû kirin. Yek ji van îtîrazan jî a namzetê AKP’ê yê Rezan a Amedê Huseyîn Beyoglu ye ku di hilbijartinê de duyemîn derketibû.

Di her çar navçeyan de jî yên ku di hilbijartinê de duyemîn derketin, namzetên AKP’ê ne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar