Dayika girtiyê bi navê Ozkan Yaşar ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Hazal Yaşar da zanîn ku kurê wê 8 kîloyan zeîf bûye, serê tiliyên wî reş bûne û naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Dayika Hazal got ku li ser girtiyan zextekî giran heye û ger encamên nebaş li girtîgehan biqewimin, berpirsyar serokkomarê tirk e
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan, di 8’ê mijdara sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Çalakiya Leyla Guven di roja 155’emîn de berdewam dike. Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zêdetirî 7 hezar girtî bi heman daxwazê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne.
Yek ji van girtiyan jî Ozkan Yaşar e. Yaşar, ji 1’ê adarê ve li Girtîgeha Jimar 3 ya Tîpa T ya Şakranê di greva birçîbûnê de ye. Li dijî tecrîda li Îmraliyê, Yaşar heta niha 3 caran ketiye greva birçîbûnê. Li Yaşar du caran cezayê muebbeta giran û 41 sal û meh hatiye birîn. Dayika Yaşar, Hazal Yaşar têkildarî çalakiya kurê xwe axivî. Dayika Hazal da zanîn ku di 1’ê nîsanê de çûye hevdîtina kurê xwe û wiha got: “Gardiyanên jin em tacîz kirin. Piştî hevdîtinê jî gardiyanan nêzî 50 xizmên girtiyan xistin odeyê û derî li ser me girt. Zextên li girtîgehan pir zêde ne.”
Serê tiliyên Yaşar reş bûne
Dayika Hazal destnîşan kir ku kurê wê nêzî 8 kîloyan zeîf bûye û ev tişt anî ziman: “Serê tiliyên wî reş bûne. Dema min destên wî girtin, mîna qeşayê bûn. Kurê min got ku neheqî li wan tê kirin û zextekî giran li ser wan heye. Diyar kir ku li şûna vê zilmê, bimirin ji bo wan çêtir e. Ger tecrîd bi dawî bibe dê Tirkiye jî rehet bibe. Em naxwazin ji girtîgehan darbest derkevin. Serokkomarê tirk xwe li bêdengiyê daniye. Ger tiştek bi serê kurê min were, berpirsyar dozgerê girtîgehê, wezîrê dadê û serokkomar e. Ez ê giliyê hemûyan bikim. Li tu devera cîhanê mehkûm nayên tecrîdkirin. Ev zilm tenê li Tirkiyeyê heye.” ÎZMÎR