Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Hostayê dawî yê karê palanan

Li Xarpêtê tenê palankerek maye, ew jî Metîn Dalbûl e. Dalbûl diyar kir ku bi piranî koçer û kesên diçin zozanan palanan dikirin. Gelek mişterî dibêjin ger tiştek were serê hosta dê çi bikin!

Palankerî û kurtankerî ku berê kar û barekî pirr girîng bû, niha hema bêje, hew kes dike. Yanî êdî kes palan û kurtanan çênake. Li Xarpêtê jî ji kesên palan û kurtanan çêdikin tenê Metîn Dalbûl ê 55 salî maye. Dalbûl, ev 38 sal in ku palankeriyê dike.

Dalbûl ê ku di pîşeyê xwe de li Xarpêtê tenê ye, dibêje, “Heger ez jî dev ji palankeriyê berdim, wê li Xarpêtê jî palankerî biqede. Bi pirranî koçer û kesên diçin zozanan ji bo heywanên xwe palanan dikirin. Mişteriyên min ji min re dibêjin, ‘heger tiştek bê serê te, em ê çi bikin!’ Heger ev sinhet jî biqede, wê herî zêde tesîrê li koçeran û kesên diçin zozanan, bike.”

Rojê bi hezaran kêl

Dalbûl ji bav û kalên xwe ve palanker e û li ser rewşa pîşeyê xwe dwiha dipeyive: “Niha li Xarpêtê ji xeynî min ti kes palanan çênake. A rast hema bêje li Tirkiyeyê kes nemaye. Herî zêde li Rihayê dihatin çêkirin. Li Amedê nêzî 20 palanker û kurtankerî hebûn. Lê niha li wir jî tenê kesek maye. Yên ku ez çêdikim ne kurtan in, palan in. Kurtan, ên bi dar in. Ev karekî destkariyê ye. Her roj bi hezaran kêlan davêjim. Ne karê makîneyan e, karê destan e.”

Beriya pîşe malzeme neman

Malzemeyên kurtan û palanan, ji bajarên cuda tên. Lê belê niha êdî weke berê peyde nabin, heta êdî nayên çêkirin jî; gazina ji vê yekê jî bi gotinên Dalbûl, wiha bi gewde dibe: “Di çêkirina palanan de kulav, çerm, zil, bizmar, telîs, raptiye, şûjin, derzî, meqes hwd. tên bikaranîn. Em palanan bi şûjinê çêdikin. Ev şûjin li Mereşê tên çêkirin. Lê ji ber ku kesê şûjinan çêdike pir extiyar bûye, hew çêdike. Em sîparîşê didin, ji bo çêke, em wî qaneh dikin. Bi zorê çêdike. Berê li van deran jî şûjin dihatin çêkirin, lê niha kes çênake. Berê kulav jî li vira dihatin çêkirin. Niha em kulav ji Balikesîrê tînin. Em ji bo palanan, zilan jî bi kar tînin. Em zilan jî ji Bedlîs û Afyonê tînin. Êdî li Xarpêtê çêkirina malzemeyên ji bo palan û kurtanan nemaye.” XARPÊT

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar