Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Îdiaya ku dîktator Omer El Beşîr îstîfa kir

Çalakiyên li  Sûdanê yen li dijî dîktatoriya Omer El Beşîr roj bi roj berfirehtir dibin. Hat zanîn ku hêzên artêşa Sûdanê ketin avahiya televîzyona dewletê. Ajansa Reutersê  jî îdia kir ku Omer El Beşîr îstîfa kiriye û dê artêşa Sûdane dest dane ser rêveberiya welat

Li dijî dîktatoriya 30 salan a Serokê Dewletê yê Sûdanê Omer El Beşîr, li Sûdanê bi sedhezaran kes bi rojane li kolanan e. Hat ragihandin ku artêşa Sûdanê jî piştgiriyê dide çalakvanan û dê di demekî nêz de dest dane ser rêveberiya welat û Beşûr ji peywirê bigire.

Li gorî agahiyan, leşkeran bi ser avahiya televîzyona dewletê ya li paytext Hartumê de girtiye. Di televîzyona Sûdanê de hat ragihandin ku dê artêşa Sûdanê di demekî kin de daxuyaniyeke girîng bide. Di televîzyon û radyoyên neteweyî yên Sûdanê de jî sirûdên neteweyî û stran tên weşandin.

Gel dirûşma ‘Em bi ser ketin’ berz dike

Di heman demê de hat diyarkirin ku gelek leşker li Wezareta Parastinê ya Sûdanê ya li Hartumê û rêyên sereke hatine bicihkirin.  Çalakvanên ku bi rojane li kolanênên Sûdanê çalakiyan li dar dixin jî dirûşmên ‘Vaye ket, em bi ser ketin’ berz dikin.

Îdiaya gelek kes hatine girtin

Têkildarî mijarê televîzyona El Arabiyayê îdia kir ku Beşîr îstîfa kiriye û gelek rayedarên dewletê jî hatine girtin. Ajansa Reutersê jî ku agahiyên xwe dispêre rayedarên hikûmeta Sûdanê, destnîşan kir ku Omer El Beşîr îstîfa kiriye û ji bo konseya demkî jî muzakere tên kirin. Li hêla din jî li Baregeha Navneteweyî ya Hartumê jî ji firînê re hate qedexekirin.

Gelek kes hatin kuştin

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi hezaran welatiyên ku ev 5 rojin li derdora baregeha navendî ya artêşa neteweyî kom bûn, ji bo  îstîfaya Beşîr çalakiyan li dar dixin. Hikûmeta Sûdanê da zanîn ku di encama pevçûnên duh ên li derdora baregehê de 6 jê leşker, bi giştî 11 kesan jiyana xwe ji dest daye. Komîteya Bijîşkên Navendî yên Sûdanê ku muxalîfin, li ser hesaba xwe ya twîtterê ragihandin ku ji roja şemiyê heta niha 5 jê leşker bi giştî 21 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 153 kes jî birîndar bûne.

Ji ber bihabûna jiyanê li Sûdanê ji 19’ê kanûna sala 2018’an ve çalakiyên girseyî tên lidarxistin. Çalakvanan dixwest ku Omer El Beşîr îstîfa bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar