Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Sembola çalakvanên Sûdanê: Ne gule, bêdengiya gel mirovan dikuje

Sembola serhildana gelê Sûdanê ya li dijî dîktator Omer El Beşîr, Alaa Salah axivî. Salah got ku malbata wê ew hînî hezkirina welat kiriye û ji ber vê jî ji destpêkê ve li kolanan e. Alaa Salah di qadên çalakiyan de wiha bang dikir: “Gule nakuje. Ya ku dikuje, bêdengiya gel e’

Li dijî dîktatoriya Omer El Beşîr, ji 7 salî heta 70 salî bi sedhezaran welatiyên Sûdanê li kolanan e. Yek ji van çalakvanan jî Alaa Salah a 22 salî ye. Salah bûye sembola protestoyên li dijî dîktator Omer El Beşîr. Alaa Salah xwendekara zanîngehê ye û beşa avahîsaziyê dixwîne. Alaa Salah têkildarî protestoyên li dijî Beşîr axivî û wiha got: “Ne gule, bêdengiya gel mirovan dikuje.”

Alaa Salah dibêje ku malbata wê, hezkirina welat nîşanî wê daye. Di çalakiyan de jî Salah wiha bangî girseyê dikir: “Ne gule, bêdengiya gel mirovan dikuje.” Salah duh di protestoyên girseyî yên li paytext Hartumê de bi cil û bergên spî derketibû ser wesayîtekê û gotina ‘Şoreş’ qêr dikir. Ev dîmenê Salah weke sembola protestoyên Sûdanê tê nirxandin.

‘Ji welatê xwe hez dikim’

Salah ji The Guardîanê re axivî û got ku ew ji dîmenê hatiye kişandin, keyfxweş bûye. Alaa Salah wiha dibêje: “Ez keyfxweş im ku bi saya vî wêneyî hemû cîhan ji şoreşa Sûdanê haydar bû. Ji roja destpêkê ya serhildanê heta niha ez derdikevim kolanan û tevli çalakiyan dibim. Ji ber ku dema malbata min ez mezin kirim, ez hînî hezkirina welat kirim.”

Helbest û stran gotin

Di berdewamê de jî Salah ev tişt anî ziman: “Welate me di navbera partiyên siyasî û mezheban de hatiye dabeşkirin. Di roja wêne hatiye kişandin de ez tev li bi dehan xwepêşandanan bûm û min helbest xwend. Ev helbest bandorê li mirovan dike. Di serî de min komeke jinan ku ji 6 kesan pêk dihat dît û min stran gotin. Wan jî dest bi gotina stranên min kirin. Piştre jî çalakî mezin bûn.” Gotina Alaa ya ‘Gule nakuje. Ya ku dikuje bêdengiya gel e’, di nava çalakvanên Sûdanê de pir belav bûye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar