Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Biryarên li başiya PKK’ê çawa hatin girtin?

Parêzerê doza PKK’ê ya li Brukselê Jan Fermon, biryarên ku di nava sê salên dawî de li başiya PKK’ê hatin dayin, prensîbên van biryaran, wate û bandora wan a gengaz vegot

Parêzerê doza PKK’ê ya li Brukselê Jan Fermon ji rojnameger Maxîme Azadî re li ser doza PKK’ê ya li Brukselê axivî. Parêzer Jan Fermon li ser mijarê diyar kir ku ji ber ku dozgeriyê ji bo temyîzê du caran serî li Dadgeha Bilind da doz bi dawî nebûye. Jan Fermon destnîşan kir ku dê parastina xwe bikin û li benda biryara Dadgeha Bilind bin.

Parêzer Jan Fermon di berdewamî ev tişt anî ziman: “Di çarçoveya vê lêpirsînê de der barê gelek rêxistinên kurdan de yên li Belçîkayê lêpirsîn hate kirin. Li gorî dozger, pêwendiya hemûyan bi PKK’ê re heye. Di nava van de rêxistinên kurdên ji Îran û Sûriyeyê, du şîrketên medyayê hene. Lêpirsîneke mezin e ku bi salan e didome. Di vê çarçoveyê de bi rê û rêbazekê hewl hat dayin ku pêwendiya van rêxistinan bi PKK’ê re bê danîn. Li gorî qanûna Belçîkayê ku di heman demê de qanûneke Ewropayê ye, di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de rêxistineke ku bi rengekî çalak tevli şerê çekdarî bûye, çi şerê welatekî be çi jî şerê navxweyî be, çi jî şerekî navneteweyî be, ji ber çalakiyên xwe yên di nava vî şerî de nabe ku weke rêxistineke terorîst bê nirxandin. Lê belê ger rêxistinek hem li Sûriyeyê şer bike û hem jî li vir êrîşan bike, wê demê dikare weke rêxistineke terorîstî bê dîtin. Ji bo PKK’ê rewş bi vî rengî nîne. PKK li Ewropayê çalakiyên tundiyê nake. Ger kurdekî bi xwe li Ewropayê çalakiyek kiribe, ev nayê wê wateyê ku rêxistin jî tevli vê çalakiyê bûye. Ji ber vê yekê me xwest, PKK di çarçoveya wê madeya qanûnê de bê nirxandin.”

PKK çawa weke aliyekî ‘şerê çekdarî’ hat dîtin?

Li ser naveroka wê qanûnê Fermon wiha got: “Bersûc hemû ya bi ‘tevlibûna li nava rêxistineke terorîst’, ya jî bi ‘endametiya rêveberiya rêxistineke terorîst’ dihatin sûcdarkirin. Wê demê, di dereceya yekemîn de li gorî qanûna Belçîkayê, di dereceya duyemîn de jî li gorî qanûnên Ewropayê diviyabû bihata tespîtkirin ku PKK rêxistineke çawaye? Me ji destpêkê ve got, bûyerên tundiyê li vir neqewimîne û yên li Tirkiyeyê qewimîne jî divê li gorî rewşa xwezayî bên lêkolînkirin. Mirovên li vê derê bi ‘kirina propagandayê, komkirina pereyan, peydakirina endaman ji bo rêxistinê ya jî lidarxistina çalakiyan’ tên sûcdarkirin. Ger ji bo rêxistineke terorîst endam bên peydakirin, ew qedexe ye. Lê ger ji bo rêxistineke çekdar endam tên peydakirin, ji bo wê propaganda tê kirin an jî pere tê komkirin, ew nakeve çarçoveya qedexeyê. Me got, divê şêweyê şerê di navbera Tirkiyeyê û kurdan de bê lêkolînkirin. Ger şerekî çekdarî ya jî şerekî navxweyî be, hingî divê li gorî qanûna şer were nirxandin, ne li gorî qanûna antî terorê.”

Dozger mafdar dît

Fermon anî ziman ku dozgeriyê ev daxwaz û nêrîna wan destpêkê ‘heneko’ û ‘windakirina demê’ nirxand. Fermon ev tişt li gotinên xwe zêde kir: “Li ser vê yekê, ji bo diyar bikin ku piştî lêpirsînê dozeke din dikare bê vekirin an na, me serî li Odeya Konseyê (Beşek ser bi Dadgeha Esliyeyê ku biryarê li ser vekirin an jî venekirina dozê dide) dan. Me li wê derê ji dadger re qala rewşê kir û dadger em mafdar dît. Diyar kir ku gelek belge û nîşane hene ku destnîşan dikin ku ya heyî şerekî çekdarî û şerê navxweyî ye, nabe ku di çarçoveya qanûna antî terorê de bê nirxandin. Dozgerî jî li dij derket û li pêşberî Dadgeha Îstînafê argûmanên xwe pêşkêş kir. Odeya Dadgeha Îstinafê ya ku li dozên di asta lêpirsînê de ne dinere, cara duyemîn em mafdar dît û hikum da ku ya li Tirkiyeyê diqewime şerê çekdarî ye û şerê navxweyî ye.”

Kîjan krîter derketin pêş?

Fermon da xuyakirin ku ji bo diyarkirina şerê çekdarî ya jî şerê navxweyî ye yan na, du krîter hene û wiha got: “Ya yekemîn; giraniya şer (hejmara şer, çekên tên bikaranîn û hwd.) e. Li gorî krîtera duyemîn jî sîstem û asta rêxistinbûnê ya aliyê din tê nirxandin ku ji bo bibe aliyekî şer bi têra xwe rêxistinbûyî ye yan na. Di parastina xwe de me nîşan dan; tevî ku ev şer şerekî asîmetrîk ê bi rêbaza gerîla jî be, şerekî demdirêj e ku bandoreke xwe ya mezin heye. Ne şerekî klasîk e lê şer e. Wekî din me hemû belge û agahî pêşkêş kir û nîşan da ku HPG artêş e ku baş hatiye birêxistinkirin, hiyerarşî û dîsîplîna xwe heye.”

‘HPG aliyekî şer e’

Jan Fermon diyar kir ku dadgerê Dadgeha Îstînafê biryar da ku ya heyî şerekî çekdarî ye û HPG jî aliyekî vî şerî ye. Fermon ev tişt got: “Encama derkete holê wiha ye: Li Belçîkayê yên ku PKK an jî HPG’ê di vî şerî de diparêzin, nabe ku li gorî qanûna antî terorê bên nirxandin.”

Fermon anî ziman ku dadgehê biryar da ku HPG aliyekî şer e, piştgiriya ji bo HPG’ê tevlibûna li karekî rêxistineke terorê nîne, ji ber ku HPG rêxistineke terorê nîne û wiha got: “Dozgeriyê îtiraz li vê biryarê jî kir û cara duyemîn serî li Dadgeha Bilind da. Me hîn hincetên wan nedîtine. Di nava çend hefteyan de dê bigihêjin ber destê me. Dixwaze ku biryar bê betalkirin û dosya ji nû ve biçe ber destê Dadgeha Îstînafê.”

Ger dadgeha bilind biryarê bipejirîne…

Fermon destnîşan kir ku di prensîbê de dawiya vê pêvajoyê nîne, dozgerî dikare heman îtirazan bidomîne û wih got: “Lê ger Dadgeha Bilind biryara dadgehê bipejirîne, wê dawî li vê pêvajoyê were. Wê demê dê bibe biryara dawî.”

Fermon diyar kir ku ev biryar dê bandorê li biryarên ji niha û pê ve yên li Belçîkayê bike û dozgerî jî wê nema karibe bi hêsanî di mijara lêpirsîna karên ji rêzê de israr bike. Li ser bandora vê biryarê li welatên din ên Ewropayê jî Fermon ev tişt anî ziman: “Ji bo welatê din pirsgirêk cuda ye. Ev meseleyeke tevlîhev e. Li vê derê mehkeme li gorî qanûnên Belçîkayê hikum didin. Qanûnsazên Belçîkayî xaleke di qanûna navneteweyî de cih digirin li qanûna Belçîkayê bi cih kirin. Welatên din heman tişt nekirin.”

‘Divê welatên din jî li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin’

Der barê nêzîkatiya welatên din de ên Ewropayê jî Fermon ev tişt bi lêv kir: “Welatên din dikarin çi bikin? Gelo wê tenê li gorî qanûna neteweyî tevbigerin an jî hurmetê nîşanî hiqûqa navneteweyî bidin? Hin welat diyar dikin ku peymanên navneteweyî wan eleqedar nakin. Bi dîtina min ev nêzîkatî cihê nîqaşê ye. Lê belê parêzerên li her devera Ewropayê dikarin firsendên bi biryarên edaleta Belçîkayê derketine holê bi kar bînin. Dikarin biryarê deynin pêşiya dadgerên xwe û bêjin, ‘Vaye hûn hincetên dadgerên Belçîkayê dibînin, hem li gorî hiqûqa Belçîkayê ye hem jî li gorî ya Ewropayê ye.”

Fermon wiha jî got: “Di hiqûqa Alman de xaleke mîna ya li Belçîkayê nebe jî dikarin bêjin, ‘hûn neçar in li gorî qanûnên navneteweyî tevbigerin’. Tevî vê yekê nediyar e ku encam çi be.”

Prensîba hiqûqê ya piştî sala 2001’ê jinûve winda bû

Fermon diyar kir ku doza li Brukselê girîng e, pirsgirêka prensîbekê nîşan dide û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Beriya Şerê Duyemîn ê Cîhanê prensîb wiha bû: Her çalakiya li dijî dewletan çalakiyeke krîmînal e. Şerê Duyemîn ê Cîhanê û têkoşîna li dijî faşîzmê di serî de deklarasyona mafên mirovan rê li ber koleksiyoneke girîng vekirin. Hate destnîşankirin, berxwedana li dijî dewlete zordar an jî dagirker, dibe ku xwedî karakterekî rewa be. Têgihiştina ku her tiştên dewletê ‘baş’ didît û her tiştên hêzên li dijî dewletê disekinin ‘karê krîmînal’ didît guherî. Ev rewş bi têkoşînên li dijî mêtingeriyê xurtir bû. Bi gotineke din, piştî ku welatên ji nava mêtingeriyê derketin derbasî qada navneteweyî bûn, rewş guherî. Di serî de Peymanên Cenevreyê, êdî bi rengekî cuda hat şîrovekirin. Protokoleke din a ku şerê navxweyî eleqedar dike hate amadekirin. Gotina şerê navxweyî berfireh bû. Realîteya şerê navxweyî, şerê azadiyê, têkoşîna li dijî mêtingerî û zilmê hatin naskirin. Lê belê bi şerê dijî terorîzmê re (Yê sala 2001’ê) ev hemû jinûve winda bûn. Bêguman çalakiyên terorîstî jî hene, lê belê di serî de Amerîkî êdî cudahiya navbera çalakiyên terorîstî û têkoşînên rewa yên li dijî rejîmên zordar ji aliyê gelek welatan ve hate rakirin.”

‘Aştî encax bi aliyê din ê şer dibe’

Fermon di dawiya axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: “Amerîkiyan teoriya berê danîn ser maseyê û bi cih anîn. Rêxistinên mîna PKK û Fîlîstînî jî di vê demê de li lîsteyê hatin bicihkirin. Amerîkiyan dest pê kir lê ewropiyan û welatên din jî ew şopandin. Bi biryara li Belçîkayê re me yekemcar gotin, ‘baldar bin’: Li aliyekî rêxistinên ku balafirgehan û metroyan diteqînin hene, li aliyê din jî rêxistin hene ku li dijî zordariyê şer dikin. Me xwest hiqûqeke din bi cih were anîn. Bi gotineke din, me xwest der barê yên destpêkê de (rêxistinên ku metroyan û balafirgehan diteqînin) qanûna ceza bê bicihanîn. Ji bo yên duyemîn jî me got, divê piştî ku hatin pênasekirin di çarçoveya hiqûqa şer û hiqûqa însanî ya navneteweyî de bên nirxandin. Li ser vê pirsgirêkê gelek tevlîhevî heye. Bi dîtina min, divê xeta navbera herduyan berbiçav be. Ya hûn li aliyekî ne, ya jî li aliyê din e. Rêxistinên mîna DAIŞ’ê hene ku hem li Sûriyeyê hem jî li deverên din êrîşan dikin. Ji ber êrîşên li Sûriyeyê divê di çarçoveya sûcên qirkirinê, yên li dijî mirovahiyê û yên şer de bên mehkûmkirin. Êrîşên li Brukselê jî divê di çarçoveya rêxistina terorîst de bên nirxandin. Tê vê wateyê; rêxistinek dikare li her du aliyan jî cih bigire. Lê belê çalakiyên wê ya yek ji wê ye ya jî ji ya din e. Bi dîtina min divê ev cudahî bê dîtin. Ger rêxistinek weke ‘tevgereke ne dewlet’ a di şer de hat pênasekirin, wê bê teşwîqkirin ku hurmetê nîşanî hiqûqa însanî ya navneteweyî bide. Bi dîtina min aliyekî xwe yê din jî heye: Ger Yekîtiya Ewropa ji tevgereke li cihekî din şer dike bêje ‘terorîst’, hingî ji bo aştiyê wê nikaribe teşwîq bike. Aştî ancax bi aliyê din ê şer re dibe.” BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar