Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

ÎHD’ê li gelek bajaran kete nobeta greva birçîbûnê

ÎHD’ê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê bi dirûşma ”deng bide jiyanê” çalakiya nobetê ya ji bo rojekê kir

Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) li çend bajaran ji bo balê bikişîne ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma “Deng bide jiyanê” çalakiya rojekê ya nobetê li dar xist.

ÎHD’a Îzmîrê li avahiya xwe çalakiya nobetê li dar xist. Beriya nobetê Sekreterê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Çîçek daxuyanî da û wiha got: “Em mirinên pêk tên naxwazin. Em bang li cemaweriyê dikin ku hestiyar tevbigere. Em bang dikin ku hemû rayedaran dikin ku wezîfeyên xwe pêk bînin. Em dixwazin ku rayedar hiqûqên xwe yên qanûnî bikar bînin.”

Endamê Desteya Rêveberiya Navenda ÎHD’ê Mehmet Aker jî got heta daxwaza girtiyan bê qebûlkirin û ji bo daxwaza wan bê qebûlkirin divê rêyên muzakereyê bê vekirin.

Dayika Ozkan Yaşar ê li dijî tecrîdê 3 car in dikeve greva birçîbûnê Xezal Yaşar jî da zanîn ku kurê wê roj bi roj dihele û wiha got: “Em naxwazin zarokên me bimirin. Cenazeyek jî ji girtîgehê derkeve berpirsiyarên wê Wezareta Dadê û Serokkomar e.”

ÎHD’a Êlihê jî li avahiya xwe nobeta rojekê da destpêkirin. ÎHD’ê beriya nobetê civîna çapemeniyê li dar xist. Malbatên girtiyan, Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî beşdarî civînê bûn. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Aştiyeke bi rûmet” li xwe kirin û dovîzên “Birçîbûn dikuje” û “Deng bidin jiyanê” hildan û daxwaza xwe anîn ziman.

Hevserokê ÎHD’a Êlihê Prz. Devran Yildiz daxuyanî da û wiha bang li rayedaran kir: “Em dixwazin raya giştî ya demokratîk bêtir li hember daxwaza girtiyan hestiyar tevger bike. Ji bo rakirina tecrîdê însan dawî li jiyana xwe tînin û ev yek nayê qebûlkirin. Divê girtî serî li rêbazên çalakiyên wiha nedin. Divê Tirkiye dawî li binpêkirina qanûnên xwe bîne. Em hêvîdarin wê ev banga me bigîhîje wan û keskes dawî li jiyana xwe neynin, tecrîd rabe û grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin.”

Li Amedê jî bi herman daxwaz û armancê çalakî pêk ht. Li Amedê jî Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizraklî destek da çalakiyê. Daxuyanî ji hêla Serokê Şûbeya ÎHD’ê Abdullah Zeydan ve hate xwendin. Zeytûn got divê desthilata siyasî bi berpirsyarî tevbigere û demildest tecrîdê rake. Zeytûn her wiha diyar kir ku rewşa greva birçîbûnê ya ku bi hezaran kes didomînin hatiye ber rewşeke giran. Zeytûn her wiha xwest ku şandeyên serbixwe û doktorên serbixwe biçin girtîgehan û got ku desthilata siyasî di vê mijarê de divê berpirsyariya xwe bibîne û van daxwazan bi cih bîne.

Di çalakiyê de bang li raya giştî hate kirin ku bihistyar bin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar